Hewlêr (Rûdaw) - Roja yekem a dan û standinên sê alî yên di navbera Rûsya, Amerîka û Ukraynayê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi dawî bû.
Hevdîtin nêzîkî 4 demjimêran berdewam kir û biryar e ku alî sibe careke din werin ba hev.
Civîn li otelekê saet 14:00an ji bo çapemeniyê bi awayekî girtî dest pê kir.
Ev dan û standin di demekê de ne ku tenê çend roj ji bo salvegera çaremîn a destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê mane.
Şandeyên beşdar kî ne?
Di gera sêyem a dan û standinan de, Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Vladimir Medinskiy serokatiya şandeya Rûsyayê kir.
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov nûnertiya Ukraynayê kir.
Ji aliyê Amerîkayê ve, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner beşdarî civînê bûn.
Kremlîn: Mijara axê li ser maseyê ye
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov berî hevdîtinan daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di vê gerê de dê "mijara axê û sernavên din ên berfireh" werin gotûbêjkirin.
Peskov anî ziman ku ev sernav bi daxwazên Rûsyayê re pêwendîdar in.
Li aliyê din, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bangî welatên hevpeyman kiribû ku zexta li ser Rûsyayê zêde bikin.
Gerên berê û zexta Trump
Du gerên berê yên dan û standinên sêalî, 23-24ê Kanûna Paşîn û 4-5ê Sibatê li Ebû Dabiya paytexta Îmarata Erebî hatibûn kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bicihanîna soza xwe ya hilbijartinan a "dawîanîna şer" zexta li ser Ukraynayê didomîne.
Ji ber vê nêzîkatiyê, hinek hevpeymanên Ewropayî Trump rexne dikin.
Ew dibêjin ku Trump tawîzan dide Moskowê û nêzîkî daxwazên Rûsyayê dibe.
Trump berî hevdîtinên Cenevreyê jî daxuyaniyên ku zexta li ser birêvebiriya Kiyvê zêde dikin belav kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse