Trump: Îran naxwaze şer bike

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku baweriya wî heye ku Îran peymanê dixwaze, ne êrîşa leşkerî.

Cenevre careke din dibe şanoya dîplomasiyeke hestyar.

Gera duyem a dan û standinên nukleer ên rasterast di navbera Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya Umanê dest pê kir.

Serokê Amerîkayê hişyariyê dide Tehranê ku alternatîfa peymanê lêdana leşkerî ye.

Lê di heman demê de geşbîn e ku Îran vê carê bikeve bin mercên Amerîkayê.

Hûrgiliyên teknîkî

Li pişt deriyên girtî, berê guftûgoyan ji peyamên siyasî ber bi hûrgiliyên teknîkî ve diçe.

Şandeya Îranê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, bi amadebûna pisporên nukleerê, şêwirmendên yasayî û pisporên aborî li Cenevreyê ye.

Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Tehran li pey dan û standineke birêxistinkirî û bi hêz e.

Her wiha Eraqçî bi Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi re civiya.

Ew civîn girîng tê dîtin, ji ber ku pişkiner ji bo zelalkirina asta dewlemendkirina uranyumê ji aliyê Îranê ve zextan didomînin.

Rakirina cezayan

Tehran dibêje ev ger temamkera gotûbêjên nasterast ên berê ye ku bi mazûvaniya Umanê hatibûn kirin û niha dikeve nav gotûbêjên hûrtir.

Berpirsên Îranê eşkere kiriye ku rakirina cezayan dê bibe beşekî sereke yê her peymanê.

Di heman demê de, kesên ku beşdarî dan û standinan dibin hişyariyê didin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mecîd Text Rewançî got:

"Divê em hişyar bin, divê em şiyana xwe ya parastinê bigihînin asta herî bilind.

Heger aliyê beramber wiha hîs bike ku zext dikare Îranê neçar bike helwesta xwe biguhere, divê em bi kiryarî îsbat bikin ku ev tenê xeyaleke pûç e.

Di heman demê de, divê em amade bin."

Ev gotin nîşaneya siyaseta parastina hevsengiyê ye ji aliyê Tehranê ve ku amadebûna ji bo dîplomasiyê li gel hişyarkirina li dijî her cure sepandina mercan nîşan dide.

Helwesta Trump

Donald Trump dibêje, baweriya wî heye ku di dawiyê de Îran peymanê dixwaze, ne êrîşa leşkerî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha axivî:

"Bi baweriya min ew dixwazin peyamnê bikin. Ez bawer nakim ku ew bixwazin encamên nekirina peymanê bibînin.”

Lê dan û standin di bin siya zexta leşkerî ya eşkere de bi rê ve diçin û Amerîka hêza xwe li herêmê zêde dike.

Hişyariya Lindsey Graham

Li aliyê din, Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham ji Tel Evîvê hişyariyê da Îranê.

Lindsey Graham got, “Amadebûna min li vir ji bo wê ye ku ez garantiyê bidim xelkê Îsraîlê ku ti cudahî û nakokî di navbera Serok Trump û Bîbî (Netanyahu) de nîne li ser wê yekê ku dê çi bikin û çawa bikin.

Niha du rê li pêş in, "Yek ji wan rêya dîplomatîk e, hewldana dîtina rêyekê ye ji bo bidawîanîna vê rejîmê bi awayekî dîplomatîk ku berjewendiyên me yên ewlehiya neteweyî biparêze. Ya din jî bijardeya leşkerî ye."

Ji bo niha, deriyê dîplomasiyê vekirî ye.

Ev civînên Cenevreyê berî ku aloziyên herêmî deriyê dîplomasiyê bigirin, wekî ceribandineke çarenivîssaz tên dîtin da ku bê zanîn ka her du alî dikarin gotin û daxuyaniyan veguherînin çarçoveyeke pratîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst