Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî siyaseta nû ya Brîtanyayê, dema bendewariya wergirtina mafê mayînê dê bibe 10 sal.
Hefteya borî li Brîtanyayê serokwezîrê wî wlatî Keir Starmer siyaseta nû ya koçberiyê ya hikûmeta xwe eşkere kir.
Polîtîkayek ku gelek kes di hundirê Brîtanyayê û derveyî wê de jî şok kir.
Loma şok, ji ber ku tiştên wisa dihewîne çimku li welatên din ên Ewropî rastgirên tundrew û partiyên li dijî koçberan jî daxwaza tiştên wisa nakin.
Wekî nimûne, ji niha û pê ve her koçberek bixwaze bibe hemwelatiyê Brîtanyayê yan jî kêmtir ji wê, eger bixwaze mafê mayîna herdemî (îqameya daîmî) bistîne, divê 10 salên li bendê bimîne.
Biryarên hikûmeta Brîtanyayê di bin fişara zêde ya kolan û dengderan de ne ku dibêjin ji ber koçberan Brîtanya hêdî hêdî ji dest diçe!
Helbet ev argûmaneke ne rast e û Brîtanyaya xwedî dîroka wê împeratoriyê ku sînorê wê ew qas fireh bû ku digotin roj qet lê ava nabe, bi sedan sal in koçber diçinê û bi sedan netewe û gelên cuda lê dijîn.
Ji ber vê yekê jî dibe ku ji bo we jî ku hûn niha li Diyasporayê mêze dikin pirsyar ev be gelo ev polîtîkaya nû çi ye û çima hatiye.
Kurdan dest bi kampanyaya îmzekomkirinê kiriye
Her wiha çima niha li Brîtanyayê Kurdên wê derê dest bi kampanyayeke îmzekomkirinê kirine ji bo ku kar bi siyaseta nû neyê kirin.
Berpirsa Şopandinê ya Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Hawjîn Mistefa, di vî warî de bû mêvana Diyasporayê û derbarê polîtîkaya nû ya hikûmeta Brîtanyayê ya derbarê koçberan de agahiyên zêdetir da.
Hawjîn Mistefa derbarê wan guherînên ku bi ser yasaya penaber û koçberan li Brîtanyayê hatine hişyarî da û ragihand, li gorî projeyasaya nû, divê penaber 10 salan li bendê bimînin ku mafê mayîna herheyî werbigirin lê li gorî projeyasayê serokwezîr destnîşan nekiriye ka penaberiya yasayî li xwe digire yan na.
“Gencên Kurd bi rêya koça yasayî dikarin biçin Brîtanyayê”
Hawjîn Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku ew kesên ku ji bo kar û xwendinê diçin Brîtanyayê di 5 salan de mafê mayînê werdigirin.
Wê her wiha diyar kir, heta niha projeyasa neçûye parlamentoyê û deng li ser nehatiye dayîn.
Derbarê rewşa welatên navçeyê de, Mistefa got, "Îraq û Herêma Kurdistanê welatên ewle ne, ji ber vê yekê bandora wan li ser dosyeya koçber û penaberên wan navçeyan dibe.”
Wê her wiha eşkere kir partiya desthilatdar a Brîtanyayê beramberî pirsa koçberan tund e û got:
"Brîtanyayê rêkeftin kiriye ji bo şandina wan penaberên ku ti mafê wan nîne.”
Berpirsê Şopandinê yê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê di dawiyê de şîret li gencên Kurd kir û got. "Gencên Kurd bi rêya koça yasayî dikarin bên Brîtanyayê".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse