Trump: Ez dê bi Putin û Zelenskyy re biaxivim

17-05-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Volodymyr Zelensky
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re biaxive.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Social Truthê di daxuyaniyeke got ku ew dê bi rêya telefonê bi her du serokan re li ser dawîanîna şerê ku her hefte 5 hezar leşkerên Rûs û Ukraynayî tê de têne kuştin, biaxive.

Trump destnîşan kir ku ew dê bi gelek welatên endamên NATOyê re jî di têkiliyê de be.

Trump got, "Ez hêvî dikim ku dê bibe rojeke berhemdar û agirbest pêk were. Şerê ku diviyabû qet nebûya dê bi dawî bibe. Xwedê me hemûyan biparêze."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst