Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku êrişên asmanî yên Îsraîlê şiyana Îranê ya çêkirina bombeya atomî bi awayekî berçav lawaz kiriye.
Li aliyê din, Amerîka jî gefan li Tehranê dixwe û Ewropa hewl dide navbeynkariyê bike lê Îran dan û standinan red dike.
Gideon Saar ragihand ku êrişên esmanî yên welatê wî yên li ser Îranê, bernameya wê ya atomî herî kêm 2 salan bi paş xistine.
Ev daxuyanî rojek piştî wê hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû, tenê 2 hefte mohleta Tehranê heye ku xwe ji êrişên muhtemel ên Amerîkayê dûr bixe.
Berbanga îro artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê yên asmanî ambar û navendên avêtina mûşekan ên Îranê bombebaran kirine.
Tel Evîv tekez dike ku armanca van êrişan ew e ku rê li ber Îranê bigire da ku negihîje çeka atomî lê Tehran van tohmetan red dike.
Gideon Saar ji medyaya Almanyayê re got, "Li gorî nirxandinên ku em dibihîsin, me heta niha şiyana wan a çêkirina bombeya atomî herî kêm 2-3 salan bi paş xistiye."
Saar her wiha da zanîn ku operasyonên wan ên ku hefteyek e didomin, dê berdewam bin û got, "Em dê her tiştî bikin ji bo jinavbirina vê gefê."
Hewlên dîplomatîk ên Ewropayê
Li aliyekî din, doh Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û şandeyên pê re li Cenevreyê Wezîrê Derve Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Jean-Noel Barrot, got, "Me ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê xwest bêyî ku li benda rawestandina êrişan bimîne, li ser dan û standinên bi hemû aliyan re, di nav de Amerîka jî bifikire.”
Ebas Eraqçî piştî civînê ji medyaya Amerîkayê re got, "Heta ku destdirêjî berdewam bin, em amade nînin li gel wan (Amerîka) dan û standinan bikin."
Donald Trump hewlên dîplomatîk ên Ewropayê kêm nirxand û ji rojnamevanan re got, "Îran naxwaze bi Ewropayê re biaxive. Ew dixwazin bi me re biaxivin. Ewropa nikare di vê mijarê de bibe alîkar."
Trump her wiha îhtimala wê yekê ku ji Îsraîlê bixwaze êrişên xwe rawestîne da ku Îran vegere ser maseya gotûbêjan kêm nîşan da û got, "Dema ku aliyek serkeftî be, kirina wê yekê hinekî zehmetir e."
Tê pêşbînîkirin ku her beşdariyeke Amerîkayê di êrişan de, bikaranîna bombeyên bihêz ên binkeşikên (bunker-buster) li xwe bigire ku ji bo jinavbirina navenda zengînkirina uranyumê ya Fordoyê ya di bin erdê de hatine çêkirin.
Zêdetirî 450 mûşek hatine avêtin
Li gorî Rêxistina Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, ji destpêka êrişan ve herî kêm 657 kes li Îranê hatine kuştin, ku 263 ji wan welatiyên sivîl in.
Hikûmeta Îranê ji roja yekşemê ve amarên nû belav nekirine lê wê demê ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 224 kes hatine kuştin ku di nav wan de fermandarên leşkerî, zanyarên atomî û welatiyên sivîl hebûn.
Ji dema ku Îsraîlê di 13ê Hezîranê de dest bi êrişan kir, Îranê jî bi mûşekan bersiv daye. Li gorî berpirsên Îsraîlî, ji ber van mûşekan herî kêm 25 kes li Îsraîlê hatine kuştin.
Nexweşxaneyek li bajarê Heyfa yê Îsraîlê ragihand ku piştî mûşekbarana dawî ya Îranê, 19 kes birîndar bûne û rewşa tenduristiya yekî ji wan giran e.
Li gorî Hikûmeta Îsraîlê, heta niha zêdetirî 450 mûşek û nêzîkî 400 balafirên bêpîlot (dron) ji aliyê Îranê ve arasteyî Îsraîlê hatine kirin.
Supaya Pasdaran a Îranê jî eşkere kir ku wan binkeyên leşkerî û balafirxaneyên leşkerî kirine armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse