Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca diyarkirina asta pîsbûna deryayan û peydakirina çareseriyekê hejmarek zanyar û lêkoleran li ser keştiyeke bi navê Tara geşteke berfireh encam dan, keştî piştî du salan li rojavayê Fransayê rawestiya. Li gorî Saziya Tara sedema pîsbûna deryayan %100 paşmayên kîmyayî ne.
Lêkoleran dane zanîn ku yek ji sedemên sereke yên pisbûna deryayan paşmayên plastîkî ne. Keştiya Tara 33 sal in lêkolînên xwe yên zanistî derbarê jîngeha deryayî de berdewam dike.
Keştiya Tara taybet bo geştên zanistî ye, roja Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an, piştî gera du salan di nava deryayê de, li Bendera Loryant a li rojavayê Fransayê rawestiya.
Armanca vê geşta cîhanî, komkirina nimuneyane ji nav deryayê bo baştir bizanin jîngeha deryayan çiqas qirêj bûye.
Rêveberê Saziya Tara Romyan Trobl got, “Me di vê geşta xwe de zêdetir giringî bi wan zindiyên ku di nav deryayê de nayên dîtin da ku hemû pêkhateyên girîng ên nav deryayê de digirin navxwe û rojane derya wan diyarî mirovatiyê dike. Weke ew proteîna jîngeha deryayê bo masî peyda dike yan ew karbona dide yan ew oksîjena berhem tîne.
Pirsa me eve: ev çawa kar dikin? Çawa ev hemû virus û bakterya û zindî di nav deryayê dene û nayên dîtin. em çawa dikarin wê oksîjenê berhembînîn û ew karbon çawa tê hilanîn da ku proteîn çêbike? û çawa diguherin?”
Li gorî lêkolînên berê yê Saziya Tara ya Fransî di derbarê pîsbûna jîngeha deryayan de, ji %100ê paşmayên kîmyayî diçin nav deryayan. Salane yek milyon ton paşmayên plastîk davêjin nav deryayê û %40ê paşmayên deryayan paşmayên plastîkên ku carekê hatin bikaranîne, ji ber wê yekê salane 100 milyon ajel dimirin û ji %70ê paşmayên mirovan diçe nav deryayan.
Di geşta zanistî de, zana asta metirsiya plastîka di nav deryayan de eşkere dikin.
Lêkolerê Fransî Jan Frasnis Giglion anî ziman, “Dema em li plastîkê difikirin, em dibînîn paqij in, dema dikeve nav jîngehê, gelek made pêve dimînin û piştre bakteryayên ku zêde dibin dixwazin bi vê plastîkê ve bimînin. Bo wê gelek bakterya hene bi rêya va plastîkan zêde dibin.”
Keştiya Tara ku ev 33 sal in geştên zanistî di nav deryayan de dike û geşta wê ya vê carê jî ji Ewropa destpêkiribû ber bi Şîlî ya Amerîka Başûr û di nav derya Amazon û deryayên Cemsera Başûr re derbas bûye û piştre ber bi Efrîqayê çûye. Di vê geştê de 25 hezar nimûne bi dirêjahiya rûberê 700 hezar km de kom kirine.
Ev geşt, 12mîn geşta zanistî û cîhanî ya keştiya Tara bûye. Di van geştan de 42 peymangehên lêkolînên zanistî beşdarbûne û biryare sala pêşiya me, geşta zanistî ya keştiya Tara, bo nav deryayên Ewropa be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse