Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê yasaya sotemeniyê ya Iraqê gotûbêj kirin

18-02-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re civiya
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Nêçîrvan Barzanî Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re civiya û di wê civînê de herdu aliyan yasaya sotemeniyê ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro 18ê Sibata 2023yan di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêmê di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên qanûnên enerjî, petrol û gazê li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

James Cleverly tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir û got Birîtanya giringî bi peywendîyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê weku şirîk dide.

Cleverly herwiha amaje bi wê yekê kir ku aramîya Iraq û Herêma Kurdistanê bo herêmê girîng e.

Ji aliyê din ve  Nêçîrvan Barzanî spasî bo hevkarî û piştevaniya berdewam ya Hikûmeta Brîtanyayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di her warî de peywendiyên xwe li gel Brîtanyayê pêş bixe.

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê her dem faktora aramî û aştiyê bûye û dê bimîne.

Di hevdîtinê de mijarên din ên rojeva cîhanê jî hatin nirxandin.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got: “Civîna bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly re di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de baş û berhemdar bû. Ez hêvî dikim em dê xebata xwe bidomînin da ku pêwendiya me ya bihêz bêtir kûrtir bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst