Kimmitt: Eger Îran êrişî berjewendiyên Amerîkayê bike dê rasterast bi Washingtonê re bikeve şer

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îsraîl Mark Kimmitt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarekî berê yê Wezîrê Karên Derve Mark Kimmitt hişyarî da ku mimkun e Washington tevlî operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê bibe, bi taybetî eger hebûnên Amerîkayê li herêmê bibin armanc.

Ev şîrove di demekê de tên ku Serok Donald Trump di van demên dawî de amaje bi wê yekê kiriye ku Amerîka bi awayekî cidî difikire ku tevîl vî şerî bibe.

Alîkarekî berê yê Wezîrê Karên Derve Mark Kimmitt beşdarî bultena Rûdawê bû û şerê Îran û Îsraîlê û îhtimala tevlîbûna Amerîkayê ya şer nirxandin.

Mark Kimmitt derbarê beşdarbûna şer a Amerîkayê de got, “Ez bawer nakim em karibin wê biryarê bidin."

Kimmit her wiha tekezî li ser rewşa ku bi lez diguhere kir û got, "Du rojan berê, min dê bigota na."

"Amerîka bi gelek awayan jixwe di nav şer de ye"

Kimmittê ku di serdema serokê berê George W. Bush de ji sala 2008 heta 2009 wek alîkarê Wezîrê Karên Derve kar dikir diyar kir ku “Dewletên Yekbûyî, bi gelek awayan, jixwe di nav şer de ye.”

Kimmitt amaje bi rola Amerîkayê kir ku ew ji bo Îsraîlê “dabînkera sereke ya çek û cebilxaneyê yê ” û “piştgiriya darayî û îstixbaratî” dide Îsraîlê kir.

Kimmitt ji Rûdawê re got ku Serok Trump derfetek dabû Îranê ku vegere ser maseya danûstandinan.

Eger Tehran beşdarbûnê red bike, Trump dikare biryar bide ku “hêmanên sereke yên hêza hewayî” bide Îsraîlê, yên ku ji bo “temamkirina rûxandina navendên etomî yên Îranê” pêwîst in.

Her wiha Kimmitt tekez kir ku Dewletên Yekbûyî xwedî şiyanên leşkerî ne ku destê Îsraîlê nagihêje wan.

Kimmitt da zanîn ku eger Îran êrişî berjewendiyên Amerîkayê bike, ew dê serbixwe ji Îsraîlê, rasterast bi Washingtonê re bikeve şer.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst