Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Malteser a Almanyayê di rapora xwe ya koçberiyê ya 2025an de eşkere kir ku zarokên koçberan di sîstema perwerdeyê ya welêt de ji zarokên Alman lawaztir in û bi astengiyan re rûbirû dimînin.
Li gorî rapora Koçberiya 2025an, ji sedî 74ê kesên ku li Almanyayê bê bawername ne, xwedî paşxaneyeke koçberiyê ne û sedema sereke ya vê yekê vedigere qonaxa pêşdibistanê û nezanîna zimanê Almanî.
Li gorî rapora herî nû ya Rêxistina Malteser a Almanî ku nusxeyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin, sîstema perwerdeyê ya Almanyayê pirsgirêkeke wê ya bi koçberiyê re heye.
Astengî heta zanîngehê didomin
Rêxistina Malteser dibêje tevî li Almanyayê hemû zarokan mafê xwendinê heye, newekheviyên ku ji bo zarokên koçberan dibin asteng hene.
Li gorî Malteserê, ev astengî heta xwendina bilind a li zanîngehan jî didomin.
Pispor hişyarî didin
Li gorî raporê, sala 2023yan ji sedî 74ê kesên ku li Almanyayê bê bawername bûn, koçber bûn an jî paşxaneyeke wan a koçberiyê hebû.
Zanayê Aboriyê Prof. Lars Feld ku nivîskarê lêkolînê ye, got:
“Bi berawirdkirina bi hevtemenên wan re, zarokên bi paşxaneya koçberiyê encamên xerabtir di bîrkariyê û waneyên zanistî de derdixin. Ev yek nabe."
Profesor Feld hişyarî da û got ku eger ew di siyaseta civakî û perwerdeyî de bi serkeftî kar nekin, ew dê potansiyeleke mezin ji bo welatê xwe ji dest bidin.
Encameke din a raporê jî diyar dike ku di ezmûnên standard de ku şiyan û zanîna xwendekaran tê de tên ceribandin, zarokên ku paşxaneyeke koçberiyê heye lawaztir in.
Ji aliyê din ve, Serokê Rêxistina Malteser Werke Sebastian Schilgen got:
"Kesê ku li Almanyayê bê bawernameya dibistanê yan jî pîşeyî dimîne, piranî çîrokeke wî ya koçberiyê heye. Nabe em li ser vê yekê bêbersiv bimînin."
Schilgen jî hişyarî da ku nabe eslê mirovan li ser derfetên jiyanê biryarder be û pêwîstiya wan bi derfetên baştir di fêrkirin û perwerdeyê de heye.
Sedema sereke: Ziman û baxçeyê zarokan
Li gorî raporê, sedemên vê kêmasiyê lawaziya pêşxistina zarokan di temeneke biçûk de û nezanîna Almanî ye.
Raport dibêje ku zanîna ziman ji bo rêyeke serkeftî şerteke girîng e.
Her wiha malbatên gelek koçberan jî qet Almanî nizanin û ji sedî 14ê wan zarokên di baxçeyên zarokan ên hikûmetê de nikarin bi Almanî biaxivin.
Ji sedî 77ê zarokên koçberan ên di navbera sê heta şeş salî de diçin baxçeyên zarokan.
Rêjeya zarokên Alman ên di heman temenî de ji sedî 99 e.
Ev cara pêncemîn e ku ev rapor tê ragihandin û bi serpereştiya Profesor Lars Feld li Înstîtûta Walter-Eucken-Institut tê amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse