Moskow (Rûdaw) - Berdevkê Çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov piştrast kir ku amadehiyên ji bo hevdîtina telefonê ya di navbera Vladimîr Putin û Donald Trump a 19ê Gulanê didomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja berê ragihand ku ew dê 19ê Gulanê saet 17:00an (bi dema Hewlêrê) bi Putin re bi rêya telefonê biaxive û dê pê re li ser agirbest û bazirganiyê nîqaşan bike.
Serokê Amerîkayê hêviya xwe anî ziman ku piştî dan û standinan dê li Ukraynayê agirbestek pêk were.
Trump dê îro bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û "endamên curbecur ên NATOyê" re jî dan û stanan bike.
Kremlinê piştrast kir ku ji bo roja duşemê amadehiyên hevdîtineke telefonî ya di navbera Putin û Trump de tên kirin.
Hat zanîn ku karbidestên Amerîkî hevtayên xwe yên Yekîtiya Ewropayê hişyar kirine ku eger Rûsya tawîzan nede, Donald Trump difikire pêşnûmeqanûneke cezayan a ku ji hêla Senatorê Komarparêz Lindsey Graham ve hatiye amadekirin derbas bike.
Wan got ku Trump dikare di pêwendiyeke telefonî de ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bêje ku ew dê nikaribe rê li pejirandina înîsiyatîva senator Graham bigire.
Lindsey Grahamê ku yek ji hevalbendên sereke yên Trump e li Senatoyê, meha nîsanê pêşnûmeya cezayên tund amade kiribû ku wî ew ji bo aboriya Rûsyayê bi rengê "wêranker" wesifandibû.
Bi taybetî, tê de tedbîrên wekî sepandina bacên ji sedî 500 li ser welatên ku petrol, berhemên petrolê, gaza xwezayî, uranyum û kel û pelên din ji Moskowê dikirin cih digrin.
Senatorê Komarparêz îdia dike ku piştgiriya piraniya senatoran jê re heye û eger di demeke nêzîk de peymaneke aştiyê neyê îmzekirin, ew dê "tedbîrên biryardar" bigire.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî roja borî tekez kir ku nêzîkî du mehan e Amerîkayê bi berdewamî hişyarî daye Rûsyayê ku ger di çareserkirina nakokiya li Ukraynayê de pêşketin tunebe dê sizayên tundtir bên sepandin.
Li gorî Rubio, Koşka Spî ji Kongreyê xwestiye ku "hinek demê bide" da ku bibînin ka pêvajoya dan û standinan çawa bi pêş ve diçe.
Wezîrê Karên Derve her wiha got ku Kongre hewla ji bo tundkirina cezayan dide û birêvebirî nikare wan "bide rawestandina û kontrol bike.”
Beriya vê yekê, ji sala 2022yan û vir ve dan û standinên yekem ên rasterast di navbera Moskow û Kievê de li Stenbolê pêk hatin.
Serokkomarê Ukraynayê û endamên şandeya Ukraynayê 15ê Gulanê çûn Enqereyê.
Zelenskyy bi hevtayê xwe Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
Heman rojê şandeya Rûsî jî gihîşt Stenbolê.
Ukraynî piştî nîvro gihîştin cihê dan û standinan û civîn heta 16ê Gulanê hat bipaşxistin.
Piştî hevdîtinan, alîyan li hev kir ku li ser agirbestê dan û standina nêrînên bikin û pevguhertina dîlên şer a "1000 bi 1000î" pêk bikin.
Li gorî agahiyên medyayê, ji ber tunebûna bipêşketinê di danûstandinên li Stenbolê de, li Amerîkayê piştgiriya ji bo pêşnûmeqanûna Graham zêde dibe.
Hat zanîn ku sepandina “cezayên rûxîner" ên li dijî Rûsyayê li Yekîtiya Ewropayê jî tê nîqaşkirin.
Moskow her sînordarkirina Rojavayî neqanûnî dibîne û israr dike ku divê ew werin rakirin.
Kremlinê tekez kir ku ne mumkin e bi Rûsyayê re bi "zimanê ultîmatoman" biaxivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse