Hewlêr (Rûdaw) - Asta ava Çemê Po li bajarokê Paviya yê başûrê Mîlano ya Îtalyayê ji ber hişkesalî û kêmbarîna baranê ya îsal nêzîkî 3. 7 metreyan daketiye.
Daketina asta ava wî çemî bi awayekê ye ku dibe kêmtirîn ast ji 70 salên borî ve û heta niha.
Mauro Baldraghi, ku masîgir e dibêje, "Em li ber Pira Becca ne, di jiyana xwe de min tiştekî wiha nedîtiye, çendîn masî ji ber kêmbûna avê mirine, ji zaroktiya xwe ve min tiştekî wiha nedîtiye."
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Kompanya Coldiretti ya Çandiniyê ya Îtalyayê ve hatine komkirin, li nevçeyên ser peravên Çemê Po ji sedî 30ê berhemên çandiniyê di metirsiyê de ne ku hişk bibin, herwiha metirsî li ser ji sedî 50ê ajelên wê derê jî heye.
Mauro Baldraghi herwiha dibêje, "Eger heye rewş hê jî xirabtir bibe, zerar bigihe ajel, çandinî û her tiştê din. Av gelekî kêm bûye. Berê min li vir masî digirtin, niha ez tenê keviran dibîn im."
Li gor Navenda Keşnasiyê ya Îtalyayê îsal di dema 6 mehan de li Mîlano tenê 206 milîmetre baran bariyaye, ku ji sedî 59 kêmtir e ji rêjeya barîna baranê di navbera salên 2006-2020an de.
Herwiha li gor salên berê pileyên germê heta 5 pile li vê navçeyê bilindtir bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse