Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîvgirava Kamchatkayê ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7,8 pileyan çêbû û piştî erdhejê li Okyanusa Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Li aliyê din, li eyaleta Papuayê ya Endonezyayê jî erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan rû da.
Li gorî amarên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdheja Kamchatkayê 145 kîlometre li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamchatskyê û bi kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê ya li Hawaiiyê jî ji bo beravên Pasîfîkê hişyarî da.
Heta niha derbarê zererên canî û madî ti agahî nehatine belavkirin.
Erdhejên berê yên li herêmê
Herêma Kamchatkayê di dîrokê de rastî erdhejên mezin hatiye.
Sala 1952yan li herêmê erdhejeke bi hêza 9,0 pileyan çêbûbû.
Di wê erdhejê de ti ziyanên canî çênebûbûn lê bûbû sedema tsunamiyeke ku li Hawaiiyê xistibû û pêlên wê gihiştibûn 9,1 metreyan.
Herêm ji ber ku li ser yek ji fayên herî çalak ên Pasîfîkê ye, li gorî herêmên din zêdetir rastî erdhejên mezin tê.
Di demên dawî de jî liv û tevgera sîsmîk a li herêmê berdewam dikir û 20ê Tîrmehê erdhejên pêşîn ên ku hêza wan gihiştibû 7,4 pileyan hatibûn tomarkirin.
Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan
Li eyaleta Papuayê ya Endonezyayê jî erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 28 kîlometre li başûrê herêma Nabireyê bûye.
Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Saziya Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hêza erdhejê wekî 6,6 pile ragihand.
Endonezyaya ku xwedî 130 volkanên çalak e ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire û ji aliyê sîsmîk ve wekî yek ji welatên herî çalak ên cîhanê tê nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse