RAPIRSÎ - Amerîkî ji siyaseta navxwe ya Trump razî ne lê ji ya derve?

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Rapirsî Derve Navxwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapirsiyeke nû derxist holê ku hejmareke zêde ya Amerîkiyan ji awayê miameleya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li hemberî şerê Xezeyê razî ne, bi taybetî jî piştî ku wî ji bo rawestandina şer navbeynkarî kir.

Lê belê li ser pirsgirêkên navxwe yên Amerîkayê, piştgiriya ji bo wî hîn jî kêm e.

Rapirsiya ku ji aliyê Ajansa Associated Pressê ve hatiye kirin eşkere dike ku serkeftina ku Trump bawer dike wî li ser asta cîhanê bi dest xistiye, nebûye sedem ku li Amerîkayê zêdetir kes piştgiriyê bidin wî.

Hinek ji beşdarên rapirsiyê dibêjin ku divê Trump zêdetir girîngiyê bide pirsgirêkên navxwe yên wekî aborî, tenduristî û koçê.

Justin Sandersê Komarî yê 31 salî ku du caran deng daye Trump got:

"Gelekî baş e ku aştiyê pêk bîne lê ez dibêjim, divê tu beriya ku aştiyê li cîhanê bi cih bînî, zêdetir xema gelê xwe yê Amerîkî bixwî."

Rapirsî piştî ragihandina rêkeftina agirbestê lê beriya berdana dîlan hatiye kirin.

Her çi qas agirbesta nazik a li Xezeyê berdewam bike jî, hîn pirsên cidî li ser plana Amerîkayê û egera berdewamiya aştiyê hene.

Di heman demê de, Trump li Amerîkayê rastî pirsgirêkên mezin tê:

- Girtina hikûmetê ya ji bo 3 hefteyan.

- Bilindbûna nirxan ku jiyan li ser gelek kesan zehmet kiriye.

- Kêmkirina xizmetên tenduristiyê û girtina nexweşxaneyan.

Li gorî rapirsiya nû, ji her 10 kesan nêzîkî 4 kes ji awayê karê Trump ê wekî serok razî ne.

Ev rêje jî wekî meha borî maye û ti guherîn tê de çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst