Brîtaniya 33 milyar dolar budceya berevaniyê zêde dike

20-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku guhertinên mezin di siyaseta berevanî û derve ya welatê wî de hatine kirin û meha bê ew guhertin têne ragihandin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, da zanîn ku 24 milyar Pound nêzîkî 33 milyar dolar di dema 4 salên pêş de li butçeya berevaniyê ya Brîtanyayê têne zêdekirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, armanca zêdekirina butçeya berevaniyê ew e ku London bi wext û bi “bi aramî” wê beşa butçeyê dabîn bike û bikaribe weke Hevpeymaneke NATOyê berpirsyariyên xwe cîbicî bike.

Ev jî di demekê de ye ku her welatekî endamê NATOyê divê %2ê hemû dahata navxwe ya salane ji butçeya berevaniyê ya Hevpeymaniyê re veqetîne. Johnson dibêje, sedema pêdaçûna siyaseta derve û berevaniyê ya welatê wî ew e ku serkeftina Brîtanyayê li ser asta cîhanê bi aramî û asayîşa wî welatî, Ewropa û navçeya Atlasî ve girêdayî ye.

Serokwezîrê Brîtanyayê balê dikşîne ser neyarên welatê xwe û navê Rûsya jî tîne ku hewl bidin zerarê bighînin xelkê wan. Johnson dosyeya jehrdayîna sîxurê Rûsî Sergei Skripal û keça wî weke mînak tîne ku berî sê salan li bajarê Salisbury yê Brîtanyayê canê xwe ji dest dan û London, Moskowê weke berpirsyarê wê bûyerê dibîne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson wiha axivî: “Xala destpêkê ya pêdeçûna me bi siyaseta derve, berevanî û veberhênanê de ku meha bê tê belavkirin, ji wê yekê pêk tê ku serkeftina Brîtanyayê li ser asta cîhanê bi asayîşa me ya niştimanî, aramiya Ewropa û navçeya Atlasî ve girêdayî ye. Eger guherîna keş û hewa û bahor gefa bêdeng û veşartî bin, dibe welatên neyar bixwazin bi awayekî rasterasttir û eşkeretir zerarê bighînin xelkê me, her wek çawa Rûsyayê bê guhdan li Salisbury kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst