Hewlêr (Rûdaw) – Li aliyekî şerê Îran û Îsraîlê gur lê li aliyê din, li Cenevreyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi wezîrên karên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê re civiya da ku avek li vî agirê vî şerî were kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û şandeyên pê re li otelekê li Cenevreyê civiyan.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da zanîn ku Ewropiyan ji Eraqçî re gotiye, “Yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike.”
“Tawanên şer ên metirsîdar in”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û got:
"Êrişên Îsraîlê yên li ser navendên atomî tawanên şer ên metirsîdar in, ji ber ku metirsiya karesateke jîngehî û tenduristiyê ya ji ber belavbûna tîrêjên atomî heye.
Îran wekî endameke damezirîner a sîstema Neteweyên Yekbûyî, wekî mafekî xwe, ji we hemûyan hêvî dike ku hûn parastina dadperwerî, serweriya yasa û prensîbên bingehîn ên mirovahî û exlaqî bikin.
Îran di bin kiryareke dijminane ya bêrehm de ye."
Mûşek rojane di ser asmanê Sûriye, Îraq û Urdinê re digihin armancên xwe yên li Îsraîl û Îranê
Îsraîl dibêje, ew rê nade ku Îran bibe xwedî çekên atomî û ji ber wê êriş dike. Îran jî dibêje ku armanceke wê ya bi vî rengî nîne.
"Me heta niha serkeftineke bêhempa bi dest xistiye”
Balyozê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Daniel Meron got ku ew heta niha serkeftî ne û li pey çû:
"Me heta niha serkeftineke bêhempa bi dest xistiye lê belê hîn jî gelek kar maye ku bê kirin ji bo têkşikandina bernameya çêkên atomî, embarên çekên balîstîk û pûçkirina gefê.
Em ji bo aramî û ewlehiya cîhanê kar dikin, em li bendê ne ku civaka navneteweyî di piştgiriya xwe ya ji bo nehiştina wê gefa berbiçav a li dijî Îsraîlê de zelal û neguher be."
Ji bilî Cenevreyê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, li ser daxwaza Îranê û bi piştgiriya Rûsya, Çîn û Pakistanê civîna xwe ya duyem saz kir û peyamek hat xwendin.
“Derfetekê bidin aştiyê”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres bal kişand ser “aştiyê” û biland:
"Hinek dem hene ku tê de hilbijartinên li pêşiya me ne tenê girîng in, çarenivîsaz in. Demeke ku arasteya tê de li ber tê girtin ne tenê çarenivîsa gelan, dibe ku pêşeroja me ya hevbeş jî diyar bike.
Ev demeke wiha ye. Ji bo aliyên vê aloziyê û Konseya Ewlehiyê wekî nûnerê civaka navnetweyî, peyameke min a sade û zelal heye, derfetekê bidin aştiyê."
8 roj in şer berdewam dike, li gorî desthilatdarên Îsraîlê heta niha 25 welatiyên wan ji ber êrişên Îranê mirine.
Îranê ragihandiye ku li welatê wan 224 kes hatine kuştin lê Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a ku navenda wê li Amerîkayê ye jî dibêje li Îranê 639 kes hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse