LAHEY - Durzî dixwazin êrişkar werin cezakirin

20-07-2025
Nîşan Durzî Lahey Êrişkar Cezakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Durziyan û alîgirên wan, li ber avahiya Dadgeha Navneteweyî ya Dadê ya li Laheya Holandayê xwenîşandanek li dar xist û wan xwest ku êrişkarên li Siwêdayê werin cezakirin.

Xwenîşanderan bi dirûşmên wekî "Kuştina Durziyan rawestînin", "Hikûmeta Sûriyeyê DAIŞ bi xwe ye" û "Siwêdayê biparêzin" nerazîbûna xwe nîşan da.

“Nikare wan hêzên çekdar kontrol bike”

Xwenîşanderekî Durzî yê bi navê Şadî bal kişand ser kuştina sivîlan û got:

"Xelk, heval, malbat û kesûkarên me li Siwêdayê bi destê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta nû ya Sûriyeyê tên kuştin.

Her çi qasî Colanî (Ehmed Şer) agirbest ragihandibe jî ew nikare wan hêzên çekdar kontrol bike."

Ji 13ê vê mehê ve zêdetirî 50 hezar çekdarên Bedewî yên ser bi eşîrên Erebên Sunî ve ji Dêrezor, Hims, Heleb û Reqayê berê xwe daye Siwêdayê.

Hat diyarkirin ku beşek ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî piştgirî daye wan.

Li gorî xwenîşanderan, çekdar Durziyan wekî "kafir" dibînin û kuştina wan wekî "cîhadê" dihesibînin.

Di 300 salên borî de Durzî rûbirûyî êrişên Misilman û Xiristiyanên derdora xwe bûne.

Sala 2018an jî DAIŞê êrişî Durziyan kiribû û zêdetirî 250 kesî kuştibûn.

“Çekdarên DAIŞê kincên eşîran li xwe kirin”

Xwenîşanderekî din ê bi navê Welîd jî anî zimên, "Çekdarên DAIŞ û Qaîdeyê, cil û bergên artêş û polîsan li xwe kirin.

Dema dîtin ku bi wan cilan nikarin bikevin Siwêdayê, kincên eşîran li xwe kirin da ku bibêjin em çekdarên eşîran in."

Divê were gotin ku Durzî ji sedsala 17an ve li Sûriye, Libnan û Filistînê dijîn.

Ji bo parastina xwe, wan kariye şiyanên xwe yên leşkerî xurt bikin û niha nêzîkî 12 hezar çekdarên wan hene ku bi ser hêzên wekî "Lîwa el-Cebel", "Tevgera Mêrên Birûmet (Hereket Rîcal el Kerame)" û "Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê" ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst