Îran û welatên Ewropayê vedigerin ser maseya dan û standinan

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ewropa Îran Nukleer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran û sê welatên mezin ên Ewropayê Fransa, Brîtanya û Almanya (E3), ji bo kêmkirina aloziya ku ji ber programa nukleerê ya Tehranê derketiye, biryar da ku hefteya bê vegerin ser maseya dan û standinan.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, aliyan li ser prensîbên bingehîn ên hevdîtinan li hev kiriye.

Lê belê, dema teqez û cihê dan û standinan hîn nehatiye eşkerekirin.

Tê çaverêkirin ku hevdîtinên dîplomatîk di asta alîkarên wezîrên karên derve yên Îran û welatên E3yê de bên birêvebirin.

Bipêşketinên ku aloziyê zêde dikin

Parlamentoya Îranê di 25ê Hezîranê de yasayek qebûl kiribû ku gihîştina mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) ya ji bo tesîsên nukleerî sînordar dikir û hevkariya bi ajansê re rawestandibû.

Yasa ji aliyê Konseya Parêzvanên Destûrê ve jî hatibû pesendkirin.

Li gorî vê yekê, heta ku ewlehiya programa nukleerê ya Îranê neyê garantîkirin, dê destûr ji bo kontrolên AEANyê neyê dayîn.

Hişyariya Snapbackê

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot di daxuyaniya xwe ya 15ê Tîrmehê de diyar kiribû ku heke heta dawiya meha Tebaxê pêşketineke berbiçav çênebe, dibe ku pêvajoya bi navê “snapback” (mekanîzmaya tetîkê) ya ku di peymana nukleerê ya 2015an de cih digire, were destpêkirin.

Eger ev mekanîzma bikeve meriyetê, dê cezayên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ku piştî peymana bi welatên 5+1ê re di sala 2015an de hatibûn rakirin, ji nû ve bikevin meriyetê.

Ev jî tê wateya ku sektorên leşkerî, darayî û nukleerî yên Îranê dê careke din bikevin bin cezayên navneteweyî.

Bingeha nakokiyê peymana 2015an e

Nakokiya bingehîn a di navbera aliyan de ji Plana Çalakiya Hevbeş a Berfireh (PÇHB) a sala 2015an derdikeve ku li gorî wê divê Îran rêjeya dewlemendkirina uranyumê di asta ji sedî 3,67an de bihêle û bi AEANyê re hevkariyeke tam bike.

Mekanîzmaya “Snapback”ê çi ye?

Mekanîzmaya Snapback ango mekanîzmaya tetîkê, wekî beşek ji peymana nukleerê ya 2015an, derfetê dide ku heke yek ji welatên alîgir îdia bike ku Îran pabendî sozên xwe nabe, hemû cezayên navneteweyî yên ku hatine rakirin, bixweber ji nû ve bikevin meriyetê.

Ev pêvajo tê rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û dibe ku bi ducare sepandina cezayan bi encam bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst