Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re ragihand ku îsal 30 hezar koçber gihiştine Girava Lampedusayê û ev hejmar ji heman dema 2023yan kêmtir e.
Ofîsa Ragihandinê ya Xaça Sor a Îtalyayê bi rêya e-mailê bersiv da pirsa Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa.
Xaça Sor a Îtalyayê got, "Ji Kanûna Paşîn a 2025an heta îro, me li Lampedusayê pêşwazî li 30 hezar koçberan kiriye."
Ev hejmar nêzîkî hejmara sala 2024an e û li gor heman demê, ji amara sala 2023yan gelekî kêmtir e."
Li gor ofîsê, piraniya kelek û koçberên ku digihin giravê xelkê welatên Afrîkayê ne û kelek jî ji Lîbyayê bi rê ketine.
Girav 815,53 kîlometre dûrî axa herî nêzîk a Îtalyayê û 296,66 kîlometre jî dûrî sînorê Lîbyayê ye.
Ofîsê di bersiva xwe de ji Rûdawê re amaje bi metirsiya wê rêyê kir û got ku çarşema borî kelekeke koçberan ku nêzîkî 90 kes tê de bûn, bi nav bûye.
Xaça Sor her wiha diyar kir ku piştî binavbûna kelekê, tîmên wan bi hawara koçberan ve çûne û "60 koçberên xelkê hejmarek welatan hatine rizgarkirin û 23 jî xeniqîne."
Xaça Sor tekez kir ku "tenduristiya koçberên rizgarkirî baş e û bo bajarokê Porto Empedocle hatine veguhestin."
Bajarokê Empedocle li başûrê Îtalyayê ye û hejmara niştecihên wê 15 hezar û 600 kes e.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Îtalyayê, îsal heta 14ê Gulanê, 19 hezar koçber çûne Îtalyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse