Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê hevdîtina xwe ya li gel Donald Trump got, “Di hevdîtina xwe de em dê pêwendiyên me yên stratejîk ên berfireh û gelek mijarên wekî bazirganî, veberhênan û pîşesaziya parastinê gotûbêj bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê 25ê Îlonê li Koşka Spî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Recep Tayyîp Erdogan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.
Erdogan di daxuyaniya xwe de got:
“Di hevdîtina xwe ya ku em dê li gel hevtayê min ê hêja û dostê min Serokê Amerîkayê birêz Donald Trump li Koşka Spî pêk bînin de, em dê li gel hevpeymanê xwe Amerîkayê ku pêwendiyên me yên stratejîk ên berfireh pê re hene, gelek mijarên wekî bazirganî, veberhênan û pîşesaziya parastinê gotûbêj bikin.
Ez bawer dikim ku hevdîtina me ya li gel Serok Trump, di çarçoveya vîzyona me ya aştiya cîhanî ya hevpar de, dê ji bo rawestandina şer û pevçûnên li herêma me bibe alîkar û dê hevkariya di navbera welatên me de xurttir bike.”
Li gorî parvekirina Trump ew dê li ser kirîna “balafirên Boeingê, rêkeftineke mezin a F-16an û berdewamiya dan û standinên F-35an” biaxivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse