Trump siyaseta koçberiyê ya Amerîkayê diguhere

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê Koçber Karta Zêrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê du biryarname îmze kirin ku bi awayekî berbiçav siyaseta koçberiyê li Amerîkayê diguherînin.

Biryarnameya yekem bernameya vîzeya "Karta Zêrîn" e û taybet e bi veberhênerên dewlemend ku biryarnameya duyem xercên li ser daxwazkarên vîzeya kar a li Amerîkayê zêde dike.

"Karta Zêrîn: Vîzeyeke bilez ji bo dewlemendan"

Li gorî biryarnameya nû ya Trump, bernameya nû ya "Karta Zêrîn" rê dide welatiyên biyanî ku herî kêm milyonek dolarî bidin Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê û ev yek dê pêvajoya wergirtina vîzeya wan bileztir bike.

Ji bo kompanyayan jî, eger du milyon dolaran bidin, dikarin sponsoriya her kesî bikin da ku bibe xwediyê Karta Zêrîn a Amerîkayê.

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê ragihand ku nêzîkî 80 hezar Kartên Zêrîn dê berdest bin û bername hîn di qonaxa bicihkirinê de ye.

Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Howard Lutick amaje bi wê yekê kir ku xwediyên Kartên Zêrîn piştî pişkinîneke hûr ji aliyê Wezaretên Karên Derve û Ewlehiya Niştimanî ve û dayîna 15 hezar dolaran ji bo pişkinînê, dê wekî şêniyên daîmî yên yasayî yên Amerîkayê ku wekî xwediyên "Karta Kesk" an "Green Card" tên naskirin, bên hesibandin.

Ev bername dê cihê vîzeyên curên EB-1 û EB-2 bigire ku berê taybet bûn bi kesên "jîr û jêhatî".

Wezîrê Bazirganiyê derbarê vê yekê got:

"Dayîna milyonek dolarî ji bo Amerîkayê, delîleke baş a nirxê wî kesî ye."

Birêvebiriya Trump ji bilî Karta Zêrîn li ser pêşkêşkirina "Karta Platinum" bi 5 milyon dolaran jî difikire ku rê dide daxwazkar bêyî ku baca li ser dahatên xwe yên ku li derveyî Amerîkayê bi dest xistine, bide 270 rojan li Amerîkayê bimîne.

Lê ev bername ji bo bidestxistina welatînameya Amerîkayê ti hêsankariyan nake û ji bo pejirandina bernameyê jî, pêwîstî bi biryara Kongreyê heye.

"100 hezar dolar ji bo vîzeya kar"

Trump di biryarnameyeke din de, xerca vîzeya kar a li Amerîkayê zêde kir û 100 hezar dolar bi ser wan kesên ku daxwaza vîzeya kar dikin de ku wekî vîzeya H-1B tê naskirin, sepand.

Ew vîze, taybet e bi wan kesên ku dixwazin li Amerîkayê mafê wan ê kar hebe û rê dide bi deh hezaran kesan ku heta 6 salan li Amerîkayê bijîn û bixebitin.

Rexnegirên vê biryara nû ya îdareya Trump dibêjin, ew vîze rê didin karsazan ku mafên karkerên biyanî binpê bikin û wan bi meaşeke kêmtir ji karkerên Amerîkî bidin xebitandin.

Li hemberî vê yekê, alîgirên bernameyê tekezî li ser wê yekê dikin ku ev guherîn bi taybetî di warê teknolojiyê de girîng e ku dîtina karkerên navxwe di wî warî de zehmet dibe.

Kompanyayên mezin ên wekî Amazonê, bi hezaran daxwaziyan ji bo hêza kar a biyanî pêşkêş dikin û dahateke zêdetir ji bo Amerîkayê dabîn dikin.

Trump di bersiva pirseke li ser berteka kompanyayên teknolojiyê de ji rojnamegeran re got:

"Bi baweriya min dê gelekî kêfxweş bibin, çimkî em dikarin wan kesên ku gelekî berhemdar in li welatê xwe bihêlin û di gelek rewşan de, ew kompanya pereyekî zêde didin wan û ev jî cihê kêfxweşiyê ye."

Nîqaşên li ser vîzeya kar

Vîzeya H-1Byê bi mebesta kişandina kesên şareza û jêhatî ji bo pîşeyên curbicur, bi taybetî di warên zanist, teknolojî, endezyarî û bîrkariyê de sala 1990î hatiye damezirandin.

Rexnegir dibêjin, bername hatiye guhertin û bûye rêyek ji bo damezirandina karkerên biyanî bi mûçeyên kêmtir ku gelek caran di nava salekê de nagihêje nêzîkî 100 hezar dolarî.

Îsal kompanyaya Amazonê bi wergirtina zêdetirî 10 hezar vîzeyên kar ji bo karkerên biyanî, di rêza yekem de ye, li pey wê jî kompanyayên wekî Tata Consultancy, Microsoft, Apple û Google tên.

Eyaleta Californiayê xwedî hejmara herî zêde ya karkerên biyanî ye.

Yek ji bûyerên herî navdar ên wergirtina vîzeya kar a Amerîkayê, Melania Trump e ku bi mebesta karê modelsaziyê Cotmeha 1996an vîzeya kar wergirt lê piştre Trump nas kir û niha jî bûye xanima yekem a wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst