Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ragihand ku wan 150 çekdarên DAIŞê yên ku di zindanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn wergirtine.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman daxuyand ku Encûmena Wezîran a Ewlehiya Niştimanî di civîna xwe ya awarte de biryar daye ku çekdarên DAIŞê yên Îraqî û biyanî ji Sûriyeyê wergire.
Sebah Nûman diyar kir ku ev biryar bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û ji ber pêşhatên ewlehiyê yên li Sûriyeyê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Karwanê yekem ku ji 150 terorîstên Îraqî û biyanî pêk tê, radestî Îraqê hat kirin û ew xistin girtîgehên hikûmetê."
Sebah Nûman destnîşan kir ku dê li gorî rewşa ewlehiyê hejmara komên din ên ku dê werin veguhastin bê diyarkirin da ku rê li ber belavbûna wan serkirdeyên metirsîdar were girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse