Hewlêr (Rûdaw) - Almanya ragohand ku şertê wan ên ji alîkariya Sûriyeyê ew e ku hemû pêkhate di birêvebiriyê de beşdar bibin.
Wezareta Hevkariya Aborî û Pêşkeftinê ya Federal a Almanyayê (BMZ) ragihand ku di projeya "Destpêka Nû ji bo Sûriyeyê" de şertê wan ê bingehîn ew e ku hemû netewe û komên olî tevlî pêvajoyê bibin.
Rayedarên wezaretê ji Rûdawê re axivîn û diyar kir ku ev platforma ku Sibata 2025an hatiye destpêkirin, di navbera hikûmeta Almanyayê û diyasporaya Sûriyeyê de wekî pireke stratejîk e.
Rayedaran tekez kir ku parastina mafên pêkhateyên etnîkî û olî parçeyekî projeyê ye.
Zêdetirî 1400 Sûriyeyî bi awayekî çalak beşdar bûn
Li gorî daneyên ku wezaretê parve kirine, heta niha zêdetirî 1400 Sûriyeyî bi awayekî çalak beşdarî platformê bûne.
Hat destnîşankirin ku di nav beşdaran de rêxistin û kesayetên nûnerên Kurd, Xirîstiyan û Elewiyan jî hene.
Armanc: Pirengî û parastina mafên bingehîn
Armanca sereke ya birêvebiriya Berlînê bi vê projeyê ew e ku pêkhateya pireng a Sûriyeyê were parastin, mafên jinan û zarokên keç bên parastin û temsîliyeta komên cuda yên pêkhateyên were garantîkirin.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn ti pêkhateyeke ku li gorî krîterên polîtîkaya pêşkeftinê ya Almanyayê nîne di platformê de cih bigire û prensîbên demokratîk di asta herî bilind de tên girtin.
Di hevdîtinên ku di çarçoveya platformê de tên kirin de, mijarên krîtîk ên derbarê paşeroja Sûriyeyê jî tên gotûbêjkirin.
Paşeroja Sûriyeyê tê nîqaşkirin
Di xebatên ku di sekreteriya Saziya Hevkariya Navneteweyî ya Almanyayê (GIZ) de tên meşandin de, li ser mijarên wekî rola diyasporayê ya di jinûveavakirinê de, hevkariya aborî, mafên milkiyetê û lihevkirina civakî plansaziyên stratejîk tên kirin.
Bi taybetî mijarên hestyar ên wekî rewşa sizayan û gihandina alîkariyên pêşkeftinê yên Almanyayê ji bo kanalên rast, bi ezmûna diyasporaya Sûriyeyê tê nirxandin û ji Hikûmeta Federal re tê raporkirin.
Wezaretê diyar kir ku beşdarî ji bo hemû aliyan azad e lê rêzgirtina li mafên bingehîn ên mirovan û mafên kêmîneyan xeta wan a sor e.
Hat ragihandin ku ev proje ne tenê zemîneke diyalogê ye, di heman demê de pêvajoyeke amadekariyê ya şênber e ji bo vîzyona Sûriyeyeke demokratîk û pireng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse