Hewlêr (Rûdaw) - Zarokê Kurd ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku ji zikmakî ve xwedan pediviyên taybet e, di xwandinê û muzîkê de bûye kesekî serkeftî.
Zarokê Efrînî yê bi navê Hemo Can Nasir ku ji zikmakî ve xwedan pêdiviyên taybet e û nabîna ye, lê ev yek nebûye astengî li ber ku kariye bibe kesekî jîr û xwedî behre.
Hemo zarokekî 15 salî yê Kurd e û xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê ji dayik bûye.
Hê dema ku Hemo biçûk bû kêfa wî ji stran û muzîkê re dihat, helbest jiber dikir û sitran digot, vê yekê jî bala bav û dayîka wî kişand û wan jê re piyano kirî û dewreya fêrkirina mûzîkê bo wî vekirin.
Zarokê Efrînê Hemo Can Nasir dibêje “Spasiya xwedanê xwe dikim, bi taybet bavê min ev studio ji bo min çê kir û siheta we xweş.”
Ji bilî ku behreya wî ya muzîkê heye, Hemo di xwendina xwe de jî serkeftî ye û kêfa wî ji xwendinê re tê.
Hemo got jî “Ez ji dibistanê pir hez dikim. Ez dixwazim herim dibistanê. Lê ez pir ji hesab heznakim.”
Bav û dayîka wî jê re gelek bûne alîkar û niha li malê jê re stûdyoyeke muzîkê çêkirine, da ku li ser behreya xwe berdewam be û demên xwe li malê derbas bike. Lê ew herdem dixwaze kar û çalakiyên xwe yên rojane bi tenê bike bêyî ku tu kes alîkariya wî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse