Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji berpirsên berê yên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Holendayê rastî êrişeke bi kêran hat û di encamê de bi giranî birîndar bû. Malbata wî ew weke êrişeke ‘terorî’ bi nav kir.
Li gor zanyariyan roja Înê, 19.06.2020, li bajarê Leeuwarden ê Holandayê, Sadiq Zerza ku yek ji berpirsên berê yê PDKÎ ye, rastî êrişekê hat.
Li gor zanyariyan, Sadiq Zerza û kesê bi navê Rahman Pîrdabadî hevdîtinek pêk anîn lêbelê di dema birêveçûna hevdîtinê de wî kesê 38 salî bi kêran êrişî Sidiq Zerza kir.
Di encama êrişê de Sadiq Zerza ku xwarzê Dr. Abdulrehman Qasimlo ye, bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhastin û ew kesê êrişkar jî ji aliyê hêzên polîs ve hat desteserkirin.
Li gor zanyariyên malbata Zerza, bavê wî kesê êrişkar ku xelkê Şinoya ser bi Urmiyê ve ye li Rojhilatê Kurdistanê, dostekî berê yê Sadiq Zerza ye û berî çendekê peywendî li gel Zerza daniye û jê re gotiye ku kurê wî hatiye Holandayê û pêwîstiya wî bi alîkariyê heye.
Her li gor malbata Zerza, siyasetmedarê Kurd jî soza alîkariyê daye wî dostê xwe yê berê û di vê çarçovê de Zerza û kurê wî kesî biryar didin hev bibînin, lêbelê di dema hevdîtinê de Rahman Pîrdabadî ku bi deste gulekê çûbû cihê bûyerê, bi kêran êrişî Zerza dike.
Ew berpirsê berê yê PDKÎyê ku li nexweşxaneyê çareseriyê werdigire, diyar kiriye ku ti pirsgirêkeke wî li gel kesê êrişkar nebûye û malbata Zerza jî ew weke êrişeke ‘terorî’ bi nav kir.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirov Hengawê, Rahman Pîrdabadî ku li Holendayê di beşa pizîşkî de xwendina xwe berdewam dike, berî niha jî bi mebesta alîkariyê serdana mala Zerza kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse