Hewlêr (Rûdaw) - Di medyaya Amerîka û Îranê de hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re gotiye ku ew dikare ji bo hevdîtineke rasterast bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re biçe Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya Axiosê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo şerê Îsraîl û Îranê hewl didin vê hefteyê li Stenbolê civînekê di navbera birêvebirên bilind ên Amerîka û Îranê de saz bikin.
Li gorî berpirsê Amerîkî, hewldan ji ber ku zehmetiya gihîştina Rêberê Dînî yê Îranê û gumana hewldana kuştina wî bi ser neketin.
Lêgerîna çareseriyeke dîplomatîk a ji bo şer
Sê berpirsên Amerîkî yên ku bi Axiosê re axivîn da zanîn ku ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk a ji bo şer Erdogan pêşniyara lidarxistina civîneke li Stenbolê ya di navbera birêvebirên Amerîka û Îranê de kir.
Li gorî çavkaniyan, Trump ji Erdogan re daye zanîn ku eger hewce bike ji bo gihîştina lihevkirinekê amade ye Cîgirê xwe Vance û nûnerê Koşka Spî Steve Witkoff bişîne Tirkiyeyê û bi xwe jî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re bicive.
Çavkaniyan destnîşan kir ku Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêşniyar gihandine Pizîşkiyan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse