Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed ragihand ku zanyariyên şaş derbarê Kurdan dane Serokê Amerîkayê Donald Trump û got, "Em dê nameyekê bişînin û hewl bidin van xeletiyan sererast bikin."
Kurdên li Washingtonê doh ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist.
Nûnera MSDyê ya Washingtonê Sînem Mihemed ku beşdarî xwenîşandanê bûbû, pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde bersivandin û polîtîkaya nû ya Amerîkayê ya Sûriyeyê û liv û tevgera leşkerî ya li herêmê nirxand.
"Em dê rastiyan ji Trump re bibêjin"
Sînem Mihemed li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di konferansa rojnamegeriyê ya doh de ku gotibû "Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de xwe parast û li hemberî wê gelek pere û petrol wergirtin" wiha axivî:
"Helwesta Serok Trump û Nûnerê Sûriyeyê Tom Barrack gelekî zelal e, dixwazin bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bixebitin û heta dosyaya terorê radestî wan bikin.
Li ser îdiaya ku Kurdan pere wergirtiye, ev pere ji bo têkoşîna li dijî terorê hat xerckirin, kesî nexiste berîka xwe.
Em difikirin ku zanyariyên şaş gihandine Birêz Trump. Em dê nameyekê jê re bişînin ku vê rewşê sererast bikin."
"Me cîhan parast"
Sînem Mihemedê bi bîr anî ku Kurdan di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞê de bedêlên giran dane û 15 hezar şervan şehîd bûne û got:
"Erê, me xwe parast lê me di heman demê de Ereb, Xirîstiyan, hemû pêkhateyên Sûriyeyê û tevahiya cîhanê parast.
Me Reqa û Dêrezor ji DAIŞê parastin. Eger îro endamên DAIŞê li Sûriyeyê belav bibin, ev ne tenê ji bo me, ji bo Ewropa û Amerîkayê jî gefeke cidî ye. Bila kes hewl nede vê rastiyê veşêre."
"Hevkariya bi Şamê re serkeftî nabe"
Sînem Mihemedê destnîşan kir ku ezmûna hevkariyê ya Amerîkayê ya berê bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re hebû lê wan koman çekên ku dabûn wan radestî komên terorîst kirin, lewra hêzên Hevpeymaniyê ji ber vê şikestinê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dest bi kar kir.
Sînem Mihemedê da zanîn ku birêvebiriya nû ya navenda wê Şam e nikare komên radîkal kontrol bike û ne amade ye dosyaya terorê wergire.
"Em serxwebûnê naxwazin, statuya destûrî dixwazin"
Nûnera MSDyê derbarê daxwazên Kurdan ên li nav Sûriyeyê jî zelal kir û got:
"Daxwazeke me ya zêde nîne, daxwaza me ya cudabûnê nîne, em serxwebûnê naxwazin.
Daxwaza me ew e ku mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên misogerkirin û li herêmên Kurdan ên wekî Rojava pêkhateyeke siyasî ya xweser were naskirin."
"Maf bi gotinan nayên parastin"
Sînem Mihemedê tekez kir ku nêzîkatiya Kongreya Amerîkayê ya li hemberî Kurdan erênî ye û got, "Helwesta Tom Barrack heman helwesta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ye.
Dixwazin entegrasyon çêbibe û li ser vî esasî maf bên dabînkirin."
Mihemed li ser soza Serok Trump a "Em dê hewl bidin Kurdan biparêzin" jî hişyarî da û got:
"Mafê Kurdan tenê bi gotinan nayê parastin. Divê zext li hikûmeta Sûriyeyê were kirin da ku ev maf bikevin destûra Sûriyeyê.
Serokê hikûmeta demkî ya niha Ehmed Şer hîn nikare hêmanên radîkal ên di nav xwe de kontrol bike.
Di van şertan de maf û hebûna Kurdan tenê bi statuyeke yasayî dikare were parastin."
#VÎDEO - Sînem Mihemedê bersiv da Trump
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2026
Trump gotibû "Kurdan pere wergirtine"
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê jî berisva vê gotina Trump da pic.twitter.com/BkGHL241sO
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse