Rûsya: Trumpê ku wekî serokekî aştîxwaz hatibû şerekî nû da destpêkirin

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Dmitriy Medvedev Rûsya Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku piraniya welatan li dijî kiryarên Îsraîl û Amerîkayê ne

Medvedev her wiha got, "Donald Trumpê ku wekî serokekî aştîxwaz hat, ji bo Amerîkayê şerekî nû da destpêkirin."

Medvedev, di daxuyaniya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê de, êrişa Amerîkayê ya li sê santralên nukleerî yên Îranê nirxand.

"Hin welat amade ne ku cebilxaneya nukleerî rasterast ji Îranê re peyda bikin"

Medvedev bal kişand ser wê yekê ku êrişên Amerîkayê zêde bandor li binesaziya nukleerî ya li Îranê nekiriye û got:

"Em dikarin bibêjin ku dewlemendkirina nukleerî û hilberîna çekên nukleerî ya di paşerojê de dê bidome.

Hin welat amade ne ku cebilxaneya nukleerî rasterast ji Îranê re peyda bikin."

"Îhtimal heye ku rejîma Îranê bihêztir bibe"

Medvedev, destnîşan kir ku piştî êrişa Amerîkayê, Îsraîl ketiye ber êrişan û gel di nava panîkê de ye û wiha pê de çû:

"Amerîka, bi îhtimala operasyoneke bejayî, tevlî pevçûneke nû bû.

Rejîma siyasî ya Îranê hatiye parastin û îhtimal heye ku bihêztir bibe.

Mirov, heta yên ku jê hez nakin jî, li dora serokatiya ruhanî kom dibin."

"Piraniya welatên cîhanê li dijî kiryarên Îsraîl û Amerîkayê ne"

Medvedev diyar kir ku Trump ji ber vê pêngavê dê nikaribe Xelata Aştiyê ya Nobelê wergire û nêrîna xwe wiha parve kir:

"Piraniya welatên cîhanê li dijî kiryarên Îsraîl û Amerîkayê ne.

Donald Trumpê ku wekî serokekî aştîxwaz hat, ji bo Amerîkayê şerekî nû da destpêkirin. Destpêkeke baş e, pîroz be, birêz Serok."

Trump ragihandibû ku wan li Îranê li sê santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê êrişeke hewayî pêk aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst