Amerîkayê gef li Îranê xwar: Dê bibe şaşîtiya wê ya herî mezin

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Marco Rubio Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew li pey guherandina rejima Îranê neketine, bersivdayîna muhtemel a Îranê dê bibe xetaya herî mezin heta niha.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji kanala Fox Newsê re axivî û behsa êrişa asmanî ya Amerîkayê li dijî her sê navendên nukleerî yên Îranê kir.

 

“Em li pey armanca guherandina rejîmê neketine”

 

Rubio da zanîn ku ew li pey armanca guherandina rejîmê ya li Îranê neketine û got ku hewla tolhildaneke Îranê dê bibe şaşîtiya wê ya herî mezin a heta niha.

Rubio her wiha anî ziman ku ew amade ne bi Îranê re dan û standinan bikin.

Marco Rubio, ji bo Tengava Hurmuzê ku piştî êrişa li Îranê îhtimala girtina wê ji aliyê rêveberiya Tehranê ve hatiye rojevê, bangî Çînê kir ku bi Îranê re têkeve têkiliyê.

"Pirsgirêka me bi xelkê Îranê re nîne”

Rubio di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Pirsgirêka me bi xelkê Îranê re nîne. Me şeva borî xelkê Îranê nekir armanc. Me li navendên nukleerî xist.”

Rubio îdia kir ku "çavkaniya yekane ya bêîstiqrarî û pirsgirêkan li Rojhilata Navîn Îran e" û tekez kir ku xwedîbûna Îranê ya çekên nukleerî nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha got ku Donald Trump bi van êrişan "qenciyek" li cîhanê kiriye.

Çi bûbû?

Bi gotina berpirsên Amerîkayê, êriş saet 02:30ê berbanga roja yekşemê bi dema Tehranê, bi rêya balafirên bombeavêj ên B-2 li dijî Bingeha Atomî ya Fordoyê dest pê kir.

Berbanga îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.

Balafiran bombeyên stargehan têk dibin (GBU-57) avêtin ser Bingeha Atomî ya Fordoyê ku ji bo Amerîka û Îsraîlê armanca herî dijwar bû û 80 heta 90 metreyan di binê çiyayên bajarê Qumê de ye.

Her wiha keştiyên binavê yên Amerîkayê ji sînorên avî yên Kendavê, nêzîkî 30 mûşekên Tomahawk avêtin bingehên Netenz û Îsfehanê.

Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li ser êrişa Amerîkayê neaxivî lê belê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî gefa bersivdana Amerîkayê xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst