Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Amerîkayê îdia kir, dibe ku Îsraîl bi sedema karên atomî yên Îranê di nava çend rojên pêş de dest bi operasyoneke yekalî bike.
Li gorî nûçeya NBC Newsê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, hikûmeta Îsraîlê midaxeleyeke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê bi awayekî cidî dinirxîne.
Li gorî nûçeyê, dibe ku operasyon bêyî piştgiriya Amerîkayê pêk were.
Ev yek di demekê de pêk hat ku dan û standinên îdareya Trump ên bi Îranê re yên derbarê peymaneke nû ya atomî de, nêzîkî qonaxa xwe ya encamdanê ne.
Çavkaniyên ku ji bo NBCyê re axivîne ragihand ku Tel Evîv, lihevkirina ku di navbera Amerîka û Îranê de bi taybetî di hin mijarên girêdayî dewlemendkirina uranyumê de çêdibe, bi rengê "nayê qebûlkirin" dibîne.
Tê gotin ku ji ber vê yekê, niyeta Îsraîlê heye ku ji pêvajoya dîplomatîk serbixwe tevbigere.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse