Amerîka ji UNESCOyê vedikişe

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka UNESCO Vekişîn Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê dawiya sala bê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vekişe.

Alîkara Berdevkê Koşka Spî Anna Kelly ji New York Postê re axivî û ragihand ku birêvebiriya Washingtonê biryara vekişîna ji UNESCOyê daye.

Kellyê got, "UNESCO piştgiriyê dide dozên çandî û civakî yên cudaker ku bi polîtîkayên aqilane yên ku Amerîkiyan di meha Çiriya Paşîn de deng daye wan re bi tevahî li hev nakin."

Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP), biryara vekişînê li ser bingeha "pêşdaraziyên li dijî Îsraîlê" di nav UNESCOyê de hate girtin.

Biryara vekişînê dê di dawiya Kanûna Pêşîn a 2026an de bikeve meriyetê.

Hat ragihandin ku berpirsekî Koşka Spî jî biryara vekişîna Amerîkayê piştrast kiriye.

Trump vekişiya, Biden tevlî bû

Bi vî awayî, Amerîka dê di serdema Serok Donald Trump de cara duyemîn û di dîroka rêxistinê de cara sêyemîn ji UNESCOyê vekişe.

Amerîka di sala 2017an de ku hevdem bû bi serdema yekem a Trump re, ji ber "helwesta dij-Îsraîlî" û "pêwîstiya reforma strukturel" ji UNESCOyê vekişiyabû.

Di dema birêvebiriya Joe Biden de ku salên 2021-25an li xwe digire, birêvebiriya Amerîkayê di sala 2023an de ji nû ve vegeriyabû UNESCOyê.

UNESCOya ku navenda wê li Parîsê ye û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat damezrandin, balê dikişîne ser çalakiyên perwerdehî, zanistî û çandî yên cîhanî yên Neteweyên Yekbûyî.

Yekem vekişîn di sala 1984an de bû

Amerîka cara yekem di sala 1984an de, di dema serokatiya Ronald Reagan de di navbera salên 1981-1989an de ji UNESCOyê vekişiyabû.

Di hinceta biryara wê demê de hatibû diyarkirin ku rêxistin "hema hema her mijara ku dinirxîne bêhewce siyasî dike, li dijî civakeke azad, nemaze li dijî bazareke azad û çapemeniyeke azad dijminatiyê dike û di budceya xwe de berfirehbûneke bêsînor dike."

Amerîka di serokatiya George W. Bush de, di sala 2003yan de ji nû ve tevlî UNESCOyê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst