Jean-Noel Barrot hişyarî da Îranê: Yan peymaneke nû, yan em dê hemû cezayan vegerînin

23-06-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Jean-Noel Barrot\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jean-Noel Barrot\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fransa Jean-Noel Barrot Şerê Îran û Îsraîlê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jean-Noel Barrot li ser şerê Îran û Îsraîlê ji Rûdawê re got, “Îran an dê peymaneke nû qebûl bike yan dê cezayên nû bi ser wê de bisepînin.”

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Brukselê civiyan.

Rojeva serekî ya civînê, gotûbêjkirina bernameya atomî ya Îranê û çalakiyên wê yên têkdana seqamgîriya navçeyê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re ragihand ku dema peymana etomî ya berê (JCPOA) ber bi dawîbûnê ve diçe û divê Tehran biryareke zelal bide.

Jean-Noel Barrot ji Rûdawê re got,"Helwesta me pir zelal e. Peymana ku me 10 sal berê îmze kiribû, di çend mehên bê de bi dawî dibe.

Li pêşiya me du rê hene, yan divê em bi hev re bigihîjin peymaneke nû ku ne tenê bernameya atomî ya Îranê lê belê bernameya wê ya mûşekên balîstîk û çalakiyên wê yên li herêmê jî li xwe bigire.

Eger wisa bibe, derfet heye ku ew cezeyên berî 10 salan hatibûn rakirin cardin neyên sepandin."

Wezîrê Fransî di berdewamiyê jî de got, “Eeger em negihîjin ti peymanekê, wê demê ji bilî sepandina hemû wan cezayên ku me 10 sal berê rakiribûn, ti rêyeke din li pêşiya me namîne."

Ev daxuyaniyên tund ên Fransayê di demekê de tên ku şerê Îran û Îsraîlê de di asta herî bilind de ye.

Her wiha Washington jî doh bi awayekî çalak tevlî şerê Îran û Îsraîlê bû û navendên atomî yên Îranê bi tundî bombebaran kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst