Îtalya: Girtina Tengava Hurmuzê şaşiyeke mezin û pir xeternak e

23-06-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Antonio Tajani\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Antonio Tajani\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Antonio Tajani Şerê Îran û Îsraîlê Yekîtiya Ewropayê Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve dê bibe "şaşiyeke mezin" û dê ziyanên wê yên aborî hebin.

Antonio Tajani herwiha ragihand ku wan pêşniyar kiriye ku Îran û Amerîka careke din li Romayê bicivin.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Brukselê civiyan. Rojeva serekî ya civînê, gotûbêjkirina bernameya atomî ya Îranê û çalakiyên wê yên têkdana seqamgîriya navçeyê ne.

Antonio Tajani li ser girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, ji nûçegîhana Rûdawê ya li Brukselê Ala Şaliyê re got, "Bi baweriya min, (Girtina Tengava Hurmizê) dê bibe şaşiyeke mezin."

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku girtina wê tengava stratejîk, ji bilî ku ji bo aboriya Îranê gelekî xeternak e, dê zererê bide aboriya hejmareke zêde ya welatên din û Çînê jî."

Antonio Tajani behsa wê yekê kir bi hemtayê xwe yê Îranî re axiviye û tekezî li ser pêwîstiya dûrketina ji wê pêngavê kiriye.

Tajani got,"Divê em bigihîjin encamên baş, divê em diyalogê bidomînin û civînekê di navbera Amerîka û Îranê de saz bikin."

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê li ser hewlên dîplomatîk ên welatê xwe jî axivî û da zanîn ku wan pêşniyar kiriye ku her du aliyên Îranî û Amerîkî li Romaya paytexta Îtalyayê bicivin.

Tajani her wiha tekezî li wê yekê jî kir ku ew bi hewlên dîplomatîk "geşbîn" e û piştgiriya diyalogê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst