Wezîrê Karên Derve yê Îraqê: Em dê pirsgirêkên xwe û Herêma Kurdistanê çareser bikin

23-09-2023
Diyar Kurde
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên Îraq Herêma Kurdistanê Pirsgirêk Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, da zanîn wan ji Amerîkayiyan re gotiye ku “Em dê pirsgirêkên xwe û Herêma Kurdistanê çareser bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, ji bo ku beşdarî 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, li New Yorkê ye.

Fuad Husên, pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Pêwendî baş in”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê, li ser hevdîtinên xwe yên bi nûnerên Amerîkayê re got:

“Me ji rayedarên Amerîkayê re got ku pêwendiyên Îraqê yên bi Herêma Kurdistanê re baş in.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de hinek pirsgirêk hene. Hinek ji van pirsgirêkan çareser bûne, hinek jî berdewam dikin.

“Divê mijara bucdeyê çareser bibe”

Fuad Husên, amaje pê kir ku divê mijara budceyê were helkirin û ragihand:

“Divê mijara bucdeyê çareser bibe. An divê li gorî qanûnan were çareserkirin an jî divê parlamento hinekan ji van qanûnan biguhere.

Ev, karê parlamentoyê ye lê dê ev mijar hel bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, li ser mijara petrola Kurdistanê jî wiha axivî:

“Min hîn rayedarên Tirkiyeyê nedîtine. Ez dê wan bibînim lê di hinek civînên din de behsa vê mijarê hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst