Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir ku Amerîka dijminê Rûsyayê ye û got, "Qasidê Amerîkayê yê aştîxwaz ê lewçe niha bi temamî ketiye ser rêya şerê bi Rûsyayê re."
Medvedev di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de betalkirina civîna plankirî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de ya li Budapeşta paytexta Macaristanê û sizayên nû yên Amerîkayê yên li ser Rûsyayê nirxandin.
“Amerîka dijminê me ye”
Medvedev amaje bi wê yekê kir ku piştî betalkirina lûtkeya Budapeştê û sizayên nû, dibe ku çekên nû jî ji Ukraynayê re bên şandin û got:
"Eger hinek şîrovekaran hîn xeyalan dibînin, wan êdî rastî dît.
Amerîka dijminê me ye û ‘qasidê wê yê aştîxwaz ê lewçe’ niha bi temamî ketiye ser rêya şerê bi Rûsyayê re."
“Trump xwe xistiye heman rêya Ewropaya dîn”
Medvedev diyar kir ku Amerîka êdî li şerê Ukraynayê xwedî derketiye û got:
"Helbet ew dê bibêjin ku wan nikarîbû bi awayekî din tevbigerin ku li Kongreya Amerîkayê rastî zextê hatine.
Ev yek rewşa rast naguhere. Biryarên ku hatine standin li dijî Rûsyayê îlana şer in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe xistiye heman rêya Ewropaya dîn."
Amerîkayê, bi hinceta ku di pêvajoya aştiyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê de "kêmasiyeke cidî ya pêbendiyê" nîşan daye, du kompanyayên herî mezin ên petrolê yên Rûsyayê (Rosneft û Lukoil) û şaxên wan xistin lîsteya sizayan.
Her wiha Komîsyona Ewropayê jî pakêta 19emîn a sizayan pesend kir ku qedexekirina îthalata gaza xwezayî ya şil (LNG) a ji Rûsyayê jî di nav de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse