Trump û Zelenskyy bi telefonê axivîn

12 demjimêr berê
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Donald Trump Şer Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wî û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê hevdîtinek kiriye.

Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku wî û Donald Trump li ser xebatên bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kiriye.

Dan û standinên sêmilî tên kirin

Li gorî agahiyên ku Zelenskyy dane, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Zavayê Trump û Şêwirmendê wî yê Berê Jared Kushner jî beşdarî vê hevdîtina bi rêya telefonê bûne.

Zelenskyy bi bîr anî ku dê Witkoff û Kushner îro li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê Rustem Umerov re bicivin.

Serokê Ukraynayê diyar kir ku wî û Trump behsa hevdîtinên dualî yên li Cenevreyê kiriye.

Zelenskyy eşkere kir ku wan her wiha qala amadehiyên gera nû ya dan û standinên sêmilî yên navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê kiriye ku dê destpêka meha adarê bên lidarxistin û got:

"Em hêvîdar in ku ev bibe derfetek da ku em derbasî dan û standinên di asta serokatiyê de bibin."

"Tenê rêya çareseriyê ev e"

Volodymyr Zelenskyy destnîşan kir ku Trump piştgiriyê dide van xebatên ku ji bo bidawîkirina şer tên kirin û anî zimên:

"Ev e tenê rêya ku em hemû mijarên zehmet û hestyar çareser bikin û di dawiyê de şer biqedînin."

Zelenskyy her wiha bal kişand ser êrişên Rûsyayê û da zanîn ku Ukrayna ji ber êrişan zivistaneke dijwar derbas dike.

Serokê Ukraynayê ragihand ku wan di hevdîtina xwe ya bi Trump re de mijara dabînkirina mûşekên pergalên parastina asmanî jî nirxandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst