Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di salvegera 102yan a Peymana Lozanê de bi tevlîbûna gelek zana û siyasetmedarên Kurd komxebateke bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” li dar dixe.
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di salvegera 102yan a Peymana Lozanê de ku Kurdistan li ser çar parçeyan hatibû dabeşkirin, komxebateke navneteweyî tê lidarxistin.
Komxebata bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” dê 26ê Tîrmehê li Keleha Ouchyê ya bajarê Lozanê yê Swîsreyê cihê ku peyman lê hatibû îmzekirin, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ve were sazkirin.
Di komxebatê de dê mijarên wekî “Mafê çarenûsê û qedera neteweyekê”, “Di sîbera zanistan de rewşa Kurdan”, “Daxwaz û dîskursên siyaseta Kurdî” û “Li Rojhilata Navîn pergala nû û Kurdistan” werin nîqaşkirin.
Nivîskar, akademîsyen û nûnerên partiyên siyasî dê tevlî komxebatê bibin û dê ji 3 rûniştinan pêk were.
Di dawiya komxebatê de dê deklarasyoneke encamê were weşandin.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) 26ê Temûzê bi tevlîbûna nivîskar, akademîsyen û siyasetmedaran, komxebata Mafê Çarenûsê li dar dixe. Mafê Kurdan yê self-determînasyonê wê ji alîyê zanistî, hiqûqî û siyasî ve were nîqaşkirin. Komxebat dê ji sisê rûniştinan pêk bê.
— Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (@enstituyakurdi) July 22, 2025
ENG: The… pic.twitter.com/WIimTpYdXz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse