Li Pakistanê êrişî cendirmeyan hat kirin, kuştî û birîndar hene

24-11-2025
Nîşan Pakistan Êriş Kuştî Cendirme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Xeyber Paxtunxwayê ya Pakistanê êrişî qereqoleke cendirmeyan hatiye kirin û êrişkar hatine kuştin û du cendirme jî mirine.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, li bajarê Peşawerê yê Xeyber Paxtunxwayê êrişî qereqola cendirmeyan hatiye kirin.

Rayedaran diyar kir ku ji 3 kesên ku êrişî qereqolê kiriye yekî li ber derî xwe teqandiye û du kesên din jî dema xwestiye bikevin avahiyê ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê, di êrişê de 3 cendirme jî hatine kuştin û 2 cendirme birîndar bûne.

Rewşa sivîlan baş e

Li hêla din, tîmên tenduristiyê 6 sivîlên ku di êrişê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê.

Hat eşkerekirin ku rewşa tenduristiyê ya sivîlan baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.

Serokkomariya Pakistanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokkomar Asif Elî Zerdarî êrişa li Peşawerê bi tundî şermezar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst