Sûriye: Çin balyozxaneya xwe ya Şamê vedike

24-11-2025
Nîşan Çîn Sûriye Balyozxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Çin dê destpêka sala 2026an Balyozxaneya xwe ya li Şamê veke û alîkariyê bide gelê Sûriyeyê.

Alîkarê Serokê Daîreya Rûsya û Ewropaya Rojhilat a Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Eşhed Salîbî derbarê serdana xwe ya Çînê ji Ajansa Anadoluyê (AA) re axivî.

Salîbî diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Çînê destpêka serdemeke nû ya siyaseta derve ya Sûriyeyê ne.

Wî got ku pêvajoyeke bi hêvî ya ji bo zindîkirina bazirganiyê û aktîvkirina nûnertiyên dîplomatîk dest pê kiriye.

"Çînê tenê piştgiriya siyasî dida"

Salîbî anî zimên ku piştî Rûsyayê Çînê jî di vê mijarê de gav avêtiye û wiha axivî:

"Rûsan piştgiriya siyasî, leşkerî û aborî dida lê Çînê tenê li Neteweyên Yekbûyî (NY) û platformên din ên navneteweyî piştgiriya siyasî dida.

8ê Kanûna Pêşîn (dema desthilata Beasê rûxiya) dema em ketin Şamê, Çînê deriyên xwe girtibûn û balyozxaneya xwe veguhastibû Libnanê.

Piştî wê tarîxê têkîlî venegeriyabûn asta berê."

Salîbî da zanîn ku mehên dawî gelek hevdîtinên dualî hatine kirin û van têkiliyan ji bo ziyareta şandeya Sûriyeyê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Esed Hesen Şeybanî ya Pekînê zemîn amade kiriye.

Salîbî destnîşan kir ku wê serdanê bi Çîna ku endama pêncemîn a daîmî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye re deriyên nû vekirine û got:

"Em naxwazin derbarê meseleya Sûriyeyê de ti pirsgirêk an krîza vetoyê derkeve."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst