Frontexê ji Rûdawê re rapor şand: Îsal 354 hezar kesan hewl daye derbasî Ewropayê bibin

24-12-2023
Nîşan Frontex Yekitiya Ewropayê Koçber Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Parastina Sînoran a Yekitiya Ewropayê (Frontex) bi rêya raporekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku îsal 354 hezar û 713 kesan hewl daye derbasî Ewropayê bibin.

Frontexê di vê raporê de destnîşan kir, wan îsal bi piştgiriya 2 hezar û 600 parêzvanên sînoran li Ewropayê 20 operasyon kirine û ev operasyon ji bo parastina sînoran girîng bûne.

Li gorî daxuyaniyê, çend peywirên Frontexê yên wekî “kontrola sînoran, kontrola belgeyên kesên ku tên Ewropayê, alîkariya hêzên ku operasyonên vegerandina koçber û penaberan dikin” hene.

Frontexê li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên cîran 2 hezar û 600 parêzvanên sînor bi cih kirine.

Herwiha ji bo parastina sînorên Fînlandayê yên bi Rûsyayê re 50 parêzvan hatine erkdarkirin da ku alîkariyê bidin hêzên Fînlandayê.

Li gorî Parêzvanên Sînoran ên Fînlandayê hejmara koçberên ku bi rêya Rûsyayê tên zêde dibe.

Salên 2021ê û 2022yan 382 koçberan xwe gihandibû Fînlandayê lê ev hejmar îsal bûye 900.

Operasyon li kîjan welatan tên kirin û çawa biryar tê dayîn?

Frontexê diyar kir, hejmara operasyonan û hejmara polîsên ku beşdarî wan dibin her sal diguhere.

Herwiha Frontex ji sê beşan pêk tê: Personelên teşkîlatê, polîsên ku welatên endam ji bo alîkariyê dişînin û polîsên ji bo demeke kurt hatine erkdarkirin.

Frontexê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji bo ku Frontex karibe li welatekî Yekîtiya Ewropayê operasyonekê bike divê ew û wî welatî li hev bikin.

Di operasyonên li Albanya, Sirbistan, Qeredax û Makedonyaya Bakur de encamên baş hatin bidestxisitn.”

Koçber herî zêde ji kîjan welatan diçin Yekîtiya Ewropayê?

Li gorî amarên Frontexê îsal heta serê meha kanûna pêşînê 354 hezar û 713 kesan hewl daye derbasî Ewropayê bibin.

Hewldanên herî zêde meha îlonê bûn ku tenê îlonê 54 hezar û 789 kesan xwestiye derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Îsal koçberan bi van rêyan hewl da derbasî Ewropayê bibin:

- 152 hezar û 211 kesan hewl daye bi rêya nîverastê Deryaya Spî derbas bibin.

- 52 hezar û 570 kesan hewl daye bi rêya rojhilatê Deryaya Spî derbas bibin.

- 5 hezar û 352 kesan hewl daye bi rêya sînorên bejahiyê yên rojhilatê Ewropayê derbas bibin.

- 98 hezar û 651 kesan hewl daye bi rêya Balkanên Rojavayê derbas bibin.

- 13 hezar û 507 kesan hewl daye bi rêya rojavayê Deryaya Spî derbas bibin.

- 32 hezar û 422 kesan hewl daye bi rêya rojavayê Afrîkayê derbas bibin.

Hewldanên derbasbûnê li gorî welatan

Amarên Frontexê diyar dikin îsal 5 hezar û 21 welatiyên Îraqê, 98 hezar û 315 welatiyên Sûriyeyê, 402 welatiyên Tirkiyeyê û 2 hezar û 133 welatiyên Îranê hewl daye derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Îsal ji Îraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê 113 hezar û 857 kesan hewla derbasbûnê daye.

Ev hejmar sala 2020î 29 hezar û 245 bû.

Rapora ku Frontexê ji Rûdawê re şandiye bandora DAIŞê ya li ser welatiyên Îraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê nîşan dide.

Welatiyên van her çar welatan sala 2011an 4 hezar û 421 caran hewl dabû derbasî Ewropayê bibin.

Ev hejmar 2014an bû 81 hezar û 863 û îsal jî bûye 354 hezar û 713.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst