Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li sînorê Pakistan û Efxanistanê îro berê sibehê dest pê kir.
Her du alî hevdu bi destpêkirina êrişa "bêhincet" tometbar dikin. Di şer de li Efxanistanê 4 kes mirin.
Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahîd îro li ser Xê derbarê şer daxuyaniyek belav kir:
Zebîhulah Mucahîd ragihand, "Mixabin, aliyê Pakistanî li sînorê parêzgeha Kandaharê û bajarê Spîn Boldakê êrişî Efxanistanê kir.
Hêzên Mîrektiya Îslamî neçar man ku bersivê bidin."
Rayedarên Efxanistanê dibêjin ku 4 sivîl hatine kuştin.
Li gorî Efxanistanê, kesên ku hatine kuştin xelkê Spîn Boldaka başûrrojhilatê Efxanistanê ne ku hevsînorê Pakistanê ye.
Niştecihên Efxanistanê ragihand ku şer û pevçûnan 2 demjimêran ajot.
"Hêzên Pakistanê bi topan êriş kir"
Berpirsê Ragihandinê yê Kandaharê Elî Mihemed Heqmal diyar kir ku hêzên Pakistanê bi "topên sivik û giran" êriş kiriye û guleyên hawanan li malên welatiyên sivîl ketine.
Heqmal got, "Pevçûn bi dawî bûn û her du aliyan şer rawestand."
Li hemberî vê yekê, Pakistanê vê sibehê ragihand ku Efxanistanê dest bi êrişê kiriye.
Berdevkê Serokwezîrê Pakistanê Muşerref Zeydî li ser Xê ragihand:
"Beriya demekê, rejîma Talibana Efxanistanê li ser sînor, serî li guleberdana bêhincet da.
Bersiveke bilez, hêja û tund ji aliyê hêzên me yên çekdar ve hat dayîn."
Heta niha rayedarên Pakistanê ti ziyanên canî ranegihandine lê rayedarên tenduristiyê yên Pakistanê da zanîn ku li bajarê Çemena bakurrojavayê Pakistanê 3 kes bi sivikî birîndar bûne.
Aloziya di navbera her du welatan de
Pêwendiyên Efxanistan û Pakistanê piştî ku Talibanê sala 2021ê desthilat kontrol kir xera bûn. Mijarên ewlehiyê di navenda nakokiyê de ne.
Îslamabad, Kabûlê bihewandina grûpên çekdar, bi taybetî Talibana Pakistanê tometbar dike ku li nav Pakistanê êrişan dikin lê hikûmeta Talibanê wan tometan red dike.
Pevçûnên Çiriya Pêşîn bûn sedema kuştina zêdetirî 70 kesî û birîndarbûna bi sedan kesên din.
Şer bi agirbestekê bi dawî bû ku Qeter û Tirkiyeyê navbeynkarî tê de kiribû lê gelek gerên dan û standinan ên li Doha û Stenbolê di gihîştina rêkeftineke mayînde de bi ser neketin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse