Hewlêr (Rûdaw) - Em endamên her timî yên Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê, piştî lêkolîna li ser karê meydanî û lêkolîneriya rojnamegerên jin ên di sala borî de, me biryar da ku em Xelata Şîfa Gerdiyê ya sala 2026an bidin nûçegihana BBCyê Orla Guerinê.
Ev biryar ji ber karkirina wê ya li ser şer û êş û azarên xelkê sivîl ên ji ber şer hatiye dayîn ku şerê li Sûriyeyê û Rojavayê jî di nav de ye.
Orla Guerinê weşana şerê Kosovoyê û rûdanên rojhilatê Ewropayê, aloziya Filistînî û Îsraîliyan, şerê Hevpeymaniya Navneteweyî, Pêşmerge û şervanan ê li dijî DAIŞê, şerê Ukraynayê, şerê Xezeyê û şerê Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye.
Orla Guerinê di hemû şeran de hewl daye bibe şahida veguhastina rastiyan û nîşandana çîrokên mirovî. Ji ber vê yekê Orla Guerin hêjayî rêzgirtineke berdewam e.
Orla Guerin derbarê weşana şerê li dijî DAIŞê û bibîranîna Şîfa Gerdiyê dibêje: "Dema ku Şîfayê di salên 2016 û 2017an de rûmala êrişên li dijî rêxistina ku wekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) tê naskirin dikir, hay ji metirsiyan hebû.
Ew dîsa jî çû û bernameyeke rojane pêşkêş dikir. Ev çîrokek bû ku min jî rûmala wê dikir û dema ku Şîfa hat kuştin, ew dengvedana şok û xema xwe tê bîra min. Her çend me hevdû nedîtibû jî dema ez bi şopên wê re ber bi Mûsilê ve diçûm gelek caran ew dihat bîra min."
Mixabin cîhan ji bo karê rojnamegeran hîn jî gelekî metirsîdar e. Li gorî amarên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), sala borî 129 rojnameger hatine kuştin û 330 rojnameger jî hatine desteserkirin.
Berdewamiya şerên li cîhanê û neqebûlkirina kar û weşana azad a rojnamegeran wiha kiriye ku rojnameger tim rûbirûyî zehmetî û metirsiyên zêde bibin.
Şîfa Gerdiyê di dema şer de rûmala xem û êşên xelkê dikir, bala wê li ser jiyana xelkê bû, lewma jî ew nêzîkî xelkê bû û xelkê jê hez dikir.
Xelata Şîfa Gerdiyê sala 2017an hatiye avakirin û dê ji bo rêzgirtina li canê Şîfa Gerdiyê û wêrekî û rastbêjiya rojnamegerên jin ên li hemû cîhanê berdewam bike.
Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê
25ê Sibata 2026an
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse