Mamûtekî 30 hezar salî hat dîtin

25-06-2022
RÛDAW
Nîşan Mamût Ajelên Jinavçûyî Kanada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên li kana zêran a li Yukon a Kanadayê, mamûtekî 30,000 salî yê hema hema hemû laşê wê saxlem dîtin.

Karkerên ku li cihên lêgerîna zêran ên li herêma Tr'ondek Hwech a Yukonê dixebitin, fosîla mamûtekî ku heta di nav fosîlên ku li Amerîkayê hatine dîtin de yê "herî temam" dîtin.

Wezîrê Geştyarî û Çandê yê Yukonê Ranj Pillai di daxuyaniyekê de got, “Yûkon ji bo lêkolîna Serdema Qeşayê û Beringyayê her tim cîhekî navdar a navneteweyî bûye. Em ji vê dîtina girîng a mamûtê bi pirç kêfxweş in.”

Di daxuyaniyeke hevpar a Hikûmeta Yukonê û Civaka Xwecihî ya First Nation a Tr'ondek Hwech hat ragihandin ku mamûtê bi pirç ê biçûk ku li herêma kevneşopî ya xwecî ya Tr'ondek Hwechê hat dîtin, bi zimanê herêmî navê "Nun cho ga", ku tê wateya "ajelê mezin ê pitik" hat lêkirin.

Paleontolog û erdnasên Zankoya Calgary û Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Yukonê ku piştî dîtinê ji bo lêkolîna mamût çûn herêmê, ew di wê baweriyê de ne ku mamût di Serdema Qeşayê de 30 hezar sal berê cemidiye.

Ji Zankoya Calgary Paleontolog Grant Zazula got, “Dîtina mamûtekî bi pirç yek ji xeyalên jiyana min bû. Ew xewn îro pêk hat. “Nun cho ga” gelekî bedew e û yek ji ajalên herî temam ên Serdema Qeşayê ye ku heta niha li cîhanê hatiye keşif kirin.”

Pisporan diyar kirin ku mamûtê bi pirç wek mê diyar e û bi qasî mamûtê bi pirç ê 42 hezar salî yê bi navê "Lyuba" ya ku di sala 2007an de li Sîbîryayê hatibû keşfkirin e.

Mamûtên ku êdî jinavçûne li Avrasya û Amerîkaya Bakur belav bibûn, ji malbata fîlan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst