Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê hefteya bê bi Îranê re gotûbêjan bikin û got, “Dibe ku em bi Îranê re peymanekê îmze bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li Lûtkeya NATOyê derbarê bidawîanîna şerê Îran û Îsraîlê, programa atomî ya Îranê û çend mijarên din axivî.
Trump hûrgiliyên operasyona Amerîkayê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê parve kirin û ew operasyon wekî "serkeftineke leşkerî ya dîrokî" nirxand.
“Me tesîsa Fordoyê bi temamî ji holê rakir”
Trump di axaftina xwe de behsa hûrgiliyên operasyonê kir û got, "Me li dijî Îranê operasyoneke gelekî serkeftî pêk anî.
Me tesîsên nukleerê kirin armanc û ji bilî Amerîkayê ti welatekî din nedikarî vê yekê bike.
Me li tesîsa Fordoyê da, êdî nayê bikaranîn. Ji keştiya me ya binavê 30 mûşek hatin avêtin.”
"Bila Îran êdî bi petrolê re mijûl bibe"
Trump îdia kir ku şiyana Îranê ya bidestxistina çekên atomî bi temamî nemaye û ragihand ku aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de bi dawî û got:
“Bi ya min şer bi dawî bûye. Îran xwedî rezerveke mezin a petrolê ye, bila ji niha û pê de bi wê re mijûl bibin lê bila careke din destê xwe nedin karûbarên nukleerî."
Donald Trump derbarê bidawîbûna şerê Îran û Amerîkayê got ku her du alî ji şer westiyane û wan daxwaza agirbestê kiriye.
Bi gotina Trump wan bi wê êrîşa li Îranê ya li dijî tesîsên nukleerê bernameya atomî ya wî welatî "bi dehan salan" bi paş xistiye.
“Nabe Îran bibe xwedî çeka atomî”
Trump careke din tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Îran bibe xwedî çeka atomî.
Trump derbarê êrişa Îranê ya li dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê jî got, “Em beriya êrişê ji aliyê Îranê ve hatibûn agahdarkirin.”
Serokê Amerîkayê her wiha eşkere kir ku ew dê hefteya bê bi Îranê re gotûbêjan bikin û got, “Dibe ku em bi Îranê re peymanekê îmze bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse