Maduro: Em ji bo midaxeleya leşkerî ya Amerîkayê amade ne

12-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nicolas Maduro Venezuela Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku ew li hemberî midaxeleyeke leşkerî ya Amerîkayê amade ne.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Caracasa paytext ji alîgirên xwe re axivî û ji endamên Partiya  Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê (PSUV) xwest ku bi gel re pêwendiyeke nêzîktir deynin.

Nicolas Maduro bal kişand ser liv û tevgera leşkerî ya Amerîkayê ya li herêma Karayîpê û ragihand ku ew dê ji bo derbasbûna qonaxa têkoşîna çekdarî û parastina serweriya neteweyî planên nû yên çalakiyan eşkere bikin.

Maduro diyar kir ku Venezuela xwedî sîstemeke parastinê ye ku bi dehên salan e hatiye avakirin û got:

“Em ti carî serî li ber împeratoriyê natewînin, em dê di şerekî çalak de li ser pêyan bisekinin.

Ti gumana min nîne ku ev gel, çi derkeve pêşberî, ji bo wê amade ye.”

Maduro tekez kir ku ew di bin gefa “êrişeke emperyalîst” de ne û dê zû yan dereng derbasî têkoşîna çekdarî bibin û wiha axivî:

“Tekane dewlemendiya me, exlaq û manewiyata me ya kûr e.

Li hemberî olîgarşî û împeratoriyan dewlemendiya me ya ku hilnaweşe ev e.”

Maduroyê ku di nava rojê de bi fermandaran re civiya, rewşa dawî ya Hêzên Çekdar ên Bolîvarî yên Neteweyî yên Venezuelayê (FANB), yekîneyên şer ên mîlîsan û Mîlîsên Bolîvarî yên Neteweyî nirxand.

Maduro, “Plana Serxwebûnê 200” (Independencia 200) ku bi armanca misogerkirina serxwebûn û aştiya Venezuelayê hatiye amadekirin nirxand.

Di çarçoveya plana ku li gorî doktrîna parastina neteweyî hatiye amadekirin de, yekîneyên şerker ên neteweyî û mîlîs li seranserî Venezuelayê li 284 eniyan hatine bicihkirin.

Liv û tevgera li Karayîpê

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryarnameyekê ferman dabû ku artêş bi îdiaya têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê yên bi eslê xwe ji Amerîkaya Latînî, bi awayekî zêdetir û bi bandortir were bikaranîn.

Amerîkayê di vê çarçoveyê de dawiya meha Tebaxê keştiyên xwe yên şer ên bi navê USS Gravely, USS Jason Dunham û USS Sampson şandibûn peravên Venezuelayê.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jî li hemberî vê yekê ragihandibû ku wî 4,5 milyon hêzên mîlîs seferber kirine û ew ji bo “têkbirina êrişan” amade ne.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth gotibû ku artêşa Amerîkayê ji bo operasyoneke guhertina rejîmê ya li Venezuelayê amade ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst