Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên ewlehiyê yên Kubayê 4 kesên ku di keştiyeke bilez de bûn kuştin.
Keştî ji Amerîkayê çûbû û dema kete nav ava Kubayê guh neda hişyariya "raweste."
Wezareta Karên Navxwe ya Kubayê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Ji Floridayê çûbûn
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya bilez a bi hejmara "FL7726SH" ji eyaleta Floridayê ya Amerîkayê hatiye.
Keştî nêzîkî Giravoka Falconesê ya eyaleta Villa Clarayê bûye.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê hişyariya "raweste" daye keştiyê lê keştiyê guh nedaye vê hişyariyê.
Gule berdan polîsan
Kesên di keştiyê de gule li keştiya polîsan reşand û li ser vê yekê pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de 4 kesên ku di keştiyê de bûn hatin kuştin.
Her wiha 7 kes birîndar bûn ku yek ji wan polîsekî Kubayê ye.
Wezaretê ragihand ku hemû birîndar ji cihê bûyerê hatine veguhastin û çareseriya bijîşkî ji bo wan hatiye kirin.
Nasnameyên wan ne diyar in
Serokatiya Kubayê jî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Di peyamê de hat gotin ku ew dê ji bo serwerî û aramiya herêmê sînorên xwe yên avî biparêzin.
Heta niha rayedarên Kubayê li ser nasnameyên kesên di keştiyê de ti agahî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse