Li Amerîkayê êrişa bi çekan, 11 birîndar hene

26-05-2025
Nîşan Amerîka Carolinaya Başûr Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Little Riverê ya eyaleta Carolinaya Başûr a Amerîkayê êrişeke bi çekan pêk hat û herî kêm 11 kes birîndar bûn.

Êriş doh êvarê hat kirin û li gorî daxuyaniya Polîsê Herêma Horryê, derbarê sedema êrişê yan jî gumanbaran ti hûrgilî nînin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li herêmê.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane dibe ku hejmara birîndaran zêdetir bibe.

Rayedaran piştrastî da ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Bang li şêniyên herêmê hat kirin ku dema lêkolîna ji bo komkirina delîlan didome ji deverê dûr bikevin.

Little River li bakurê Myrtle Beachê bajarokekî li qerexa deryayê ye, bi jiyana şevê û cihên kêfxweşiyê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst