Mijarên sereke yên Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê çi bûn?

26-06-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Civîna Yekîtiya Ewropayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Civîna Yekîtiya Ewropayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yekîtîya Ewropayê Ukrayna Şerê Îran û Îsraîlê Rewşa Penaberan
A+ A-

Bruksel - Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî civîna Lûtkaya NATOyê li Bruksela paytexta Belçîkayê hat lidarxistin.

Ev civîn civîneke ku mijarên wê germ û zêde ne; aloziyên li Rojhilata Navîn, pesendkirina pakêta 18emîn a cezayan li ser Rûsyayê, peymana bazirganiyê ya li gel Amerîkayê û mijara siyaseta koçberan a ku ev çend sal in bûye bela serê Yekîtiya Ewropayê mijarên sereke yên lûtkeyê ne.

Agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê Ewropa rehet nekiriye, ji ber ku hîn jî dilgiran in ku Îran di meyandina Uranyumê de berdewam be.

Serokwezîra Letonyayê Evika Siliņayê li ser pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn  got:

"Bi baweriya min, divê Îran û Îsraîl dawî li van nakokiyan bînin û dan û standin vekirî bin. Agirbest ji bo niha çareseriyeke baş e lê belê ji bo me û her wiha welatên Baltikê girîng e ku ti pêşhateke zêdetir a rewşê rû nede û nabe Îran Uranyumê bimeyinîne.

Ji ber vê yekê, em ji bo niha ligel çareseriya agirbestê ne, lê divê gotûbêj vekirî bin û aştî ji bo navçeyê vegere."

Yekîtiya Ewropayê di rêkeftina atomî ya sala 2015an de ya bi Îranê re serkeftî bû, lewma niha jî dixwazin di dan û standinên bi Îranê re careke din roleke wan hebe.

Welatên endam ji herdu aliyan dixwazin ku pabendî agirbestê bin, ji ber ku ev derfetek e ji bo destpêkirina dan û standinan.

“Em dikarin mazûvaniya diyaloga Îran û Îsraîlê bikin”

Şêwirmendê Awisturyayê Karl Nehammer jî got, "Baweriya min ew e ku ev agirbest derfetê ji bo dan û standinan çêdike û di dawiyê de pêwîstî bi çareseriyeke bi rêya dan û standinan heye û ez dikarim li vir Viyenayê weke cihê gotûbêjan bi kêfxweşî pêşkêş bikim.

Kevneşopiyeke me ya mezin ji bo gotûbêj û civînan wisa heye û ji bo Viyenayê jî dê baş be, eger em karibin wekî mazûvan li vir roleke me hebe."

Welatên endam bi çend qeyranan ve mijûl in, wekî şerê Ukrayna-Rûsyayê û aliyozên Rojhilata Navîn ku wekî ew bi xwe dibêjin, rasterast bandorê li ser asayîşa Ewropayê dike.

Serokwezîrê Luksemburgê Luc Frieden li ser bandora şer a li Ewropayê wiha got:

"Ev navçe nêzîkî Yekîtiya Ewropayê ye, ne dûr e. Nêzîkî Qibrisê ye û divê em hewl bidin li ser maseya gotûbêjan beşdar bin û hemû aliyan bînin cem hev.

Ewropa roleke sereke dilîze, bi taybetî welatên endam ên li wê herêmê.

Doh min gotûbêjeke dûr û dirêj bi Serokê Qibrisê re kir. Ez wisa bawer dikim ku herêm bi giştî pêwîstiya wê bi piştevanî û handana me heye da ku aştî tê de misoger bibe."

Mijara koçberiyê û nûkirina siyaseta rêgirtina li çûna koçberan a ber bi Ewropayê, mijareke din a Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ye.

“Divê Lîbya bi Yekîtiya Ewropayê re bixebite”

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis jî li ser pirsa koçbaran wisa got:

"Em careke din li Encûmena Ewropayê behsa mijara koçberan dikin.

Hûn dizanin, Komîsyona Ewropayê tekezî li ser wê yekê dike ku siyaseta nû ya derbarê vegerandinê de were cîbicîkirin ku bi peymana niha ya koçberan ve girêdayî ye û bêguman dê derfeta min hebe ez hevkarên xwe derbarê wan pirsgirêkên me yên bi Lîbyayê re hene agahdar bikim û peyameke zelal bişînin da ku em desthilatdarên Lîbyayê.

Hem li rojhilat û hem jî li rojavayê Lîbyayê han bidin ku pêwîst e hevkariyê bi welatên Ewropayê û Komîsyona Ewropayê re bikin da ku rê li ber derketina wan belem û qaçaxçiyan ji peravên Lîbyayê were girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst