Hewlêr (Rûdaw) – Keştiya herî mezin a cîhanê ya bi navê “Icon Of The Seas” dest bi geştê dike.
Endezyarê Kurd Akam Elîzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî çêkirina keştiyê bûbû.
Ji bo çêkirina Icon Of The Seasê 1,5 milyar sterlîn hatiye qerckirin.
Keştiya herî mezin a heta niha “Wonder Of The Seas” bû lê Icon Of The Seas ji wê 3 metreyan dirêjtir e.
5 qetan ji Tîtanîkê mezintir e
Herwiha ew keştî bi giraniya 250 hezar ton, pênc qatan ji keştiya bi nav û deng Tîtanîkê jî mezintir e.
Biryar e îro keştî sefera xwe ya yekem li derdora Karayîpê bike.
Endazyarê Kurd Akam Elîzade ku serpereştiya dîzaynkirin û çêkirina beşa xwaringeha keştiyê dikir, beşdarî bernameya “Diyaspora”yê ya Rûdawê bû.
Akam Elîzade xelkê Pîranşarê ye lê li Fînlandayê dijî.
Endezyarê Kurd serperiştiya çêkirina restorantê wê kir
Elîzade got, “Projeya xwaringeha keştiyê di bin serokatiya min de pêk hat. Ji xeynî min zêdetir ji 30 kesî beşdarî karê dîzaynê bûn.
Min bi alîkariya 150 kesan çavdêriya avakirinê kir. Wekî Kurd ez tenê beşdarî çêkirina keştiyê bûm.”
Endezyarê Kurd da zanîn ku restoranta ku wan çêkiriyê xwaringeha herî mezin a li ser keştiyê ye û wiha domand:
“Xwaringeh dikare 2700 kesî pêkve bihewîne. Ew projeya herî mezin e ku kompanyaya me çêkiriye.
Ez jî beşdarî pêvajoya avakirina keştiyên bi navê Icon Star û Icon Joe bûbûm lê ev projeya min a herî mezin e.”
Di keştiya ku parka avê ya herî mezin a cîhanê tê de ye, 40 bar û xwaringeh, şelaleke 15 metreyî û qadake biçûk a golfê jê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse