Mike Pompeo: Divê li Rojavayê Kurdistanê herêmeke tampon were avakirin

1 xulek berê
Nîşan Mike Pompeo Rojavayê Kurdistanê Herêma Tampon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo, polîtîkaya niha ya Washingtonê ya li hemberî Sûriyeyê bi tundî rexne kir.

Pompeo pêşniyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê "herêmeke tampon" were avakirin û hişyarî da ku terikandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe sedema zindîbûna DAIŞê.

Mike Pompeo di nivîseke de ku îro di rojnameya Washington Postê de belav bûye rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û plana vekişîna Amerîkayê nirxandin.

Pompeo diyar kir, gavên ku hatine avêtin istiqrara herêmê û jiyana leşkerên Amerîkayê dixin metirsiyê û got ku Amerîka "qumareke xeter" dilîze.

"HSD tê terikandin, DAIŞî ji girtîgehan direvin"

Pompeo diyar kir ku ew ji neçarbûna vekişîna HSDyê ya ji herêmên wekî Dêrezor û Reqayê bi fikar e.

Wî destnîşan kir ku bi ketina hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya bo nav herêmên di bin kontrola HSDyê de valahiya ewlehiyê çêbûye û got:

"Firara hejmareke nediyar a çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Şedadê, gefeke rasterast e li ser jiyana leşkerên Amerîkayê."

Pompeo bi bîr anî ku HSD di têkbirina xîlafeta DAIŞê de li ser navê Amerîkayê bi wêrekî şer kiriye û wiha li pey çû:

"Washington ne tenê vedikişe, di heman demê de pişta xwe dide sozên ku dane hevpeymanên xwe û qedera herêmê ji hikûmeteke Sûriyeyê re dihêle ku hîn rûştbûna xwe ispat nekiriye."

Rexne li rêveberiya Ehmed Şer

Wezîrê berê rakirina sizayên li ser rêveberiya nû ya Sûriyeyê wekî "şaşî"yê bi nav kir.

Pompeo diyar kir ku Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed El Şer ji sozên xwe yên "nermbûn" û "parastina mafên kêmîneyan" dûr ketiye.

Pompeo parast ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi "Îslamîst û alîgirên Îxwanul Muslimîn" tijî bûye û kapasîteya birêvebiriya Şamê ya parastina komên etnîk û dînî nîne.

"Senaryoya Îraqê ducare dibe"

Pompeo rewşa heyî şiband vekişîna birêvebiriya Obama ya sala 2011an a ji Îraqê û ev hişyarî da:

"Bila em ji bîr nekin ka DAIŞ çawa derket holê, ev bi vekişîna Amerîkayê û hejandina baweriyê çêbû.

Biryara vekişînê ya Obama valahiyek çêkir ku DAIŞê ew tije kir û rêxistinê sêyeka Sûriyeyê û ji sedî 40ê Îraqê dagir kir. Heman şaşî niha li Sûriyeyê ducare dibe."

Plana çalakiyê ya 3 xalî

Mike Pompeo di dawiya nivîsa xwe de ji bo pêşîgirtina li karesatê 3 pêşniyar pêşkêşî birêvebiriya Trump kirin:

  1. Bi piştgiriya sînordar a leşkerî ya Amerîkayê, di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de herêmeke tampon (herêma ewle) were avakirin.
  2. Sizayên giran ên li ser sektora petrolê, saziyên darayî û serkirdeyên milîsan ên Sûriyeyê bilez werin çalakkirin.
  3. Ji bo peymaneke ewlehiyê ya ku pêşiyê li rûxîna Sûriyeyê ya ji hundir ve bigire û hemû aliyan li xwe bigire, zexta dîplomatîk were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst