Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku wan êrişî çend herêmên Pakistanê kiriye.
Li gorî nûçeya Tolo Newsê, Wezareta Parastinê ya Efxanistanê li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kiriye.
Wezaretê diyar kiriye ku hêzên wan ên asmanî bi dema herêmî saet 11:00an ji bo "tolhildan"ê êrişî çend herêmên Pakistanê kiriye.
Hat diyarkirin ku êriş li kampa leşkerî ya li nêzîkî bajarê Faisalabadê, baregeha artêşê ya li bajarê Nowsherayê û herêmên Jamrud û Abbottabadê hatine kirin.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê destnîşan kir ku di van êrişan de navend û dezgehên leşkerî yên Pakistanê hatine hedefgirtin.
Pakistan: Ji aliyê Efxanistanê 133 kes hatine kuştin
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê ragihand ku di navbera wan û Efxanistanê de "şerekî eşkere" heye.
Wezîrê Agahdariyê yê Pakistanê Etaulah Tarar bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û behsa ziyanên canî yên aliyê Efxanistanê kir.
Tarar got ku di operasyonan de ji aliyê Efxanistanê 133 kes hatine kuştin.
Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûne.
Tarar diyar kir ku li Kabul, Paktia û Kandaharê li hinek hedefan hatiye xistin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li gorî îdiayê Tarar, 27 çeper hatine îmhakirin û 9 xal jî hatine kontrolkirin.
Wezîrê Pakistanî da zanîn ku biryargeh jî di nav de gelek çeper, zêdetirî 80 wesayîtan û gelek çek hatine îmhakirin.
Taliban: Me 55 leşkerên Pakistanê kuştin
Li gorî nûçeya Tolo Newsê, Alîkarê Berdevkê Birêvebiriya Efxanistanê Hemdulah Fitret li ser operasyonên bersivdayînê axiviye.
Fitret îdia kiriye ku 55 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.
Wî diyar kir ku termên 23 leşkeran û gelek çek ketine destê wan.
Fitret her wiha îdia kir ku biryargeheke artêşa Pakistanê û 19 xalên kontrolê hatine bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse